23 May 2025 - 00:00
Fraksiyonên Hizbullah û Emel: Em li dijî planên normalîzekirinê ne

Di 24emîn salvegera azadkirina başûrê Lubnanê de, tifaqa Hizbullah û Tevgera Emel di parlementoya welêt de tekezî li ser berdewamiya vebijarka berxwedanê kirin û her hewldanek ji bo normalîzekirina têkiliyên bi rejîma Siyonîst re red kirin. Ev daxuyanî, bi boneya Roja Berxwedanê, girîngiya parastina serwerî û berjewendiyên neteweyî yên Lubnanê li dijî zextên derve tekez dike.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Beyt (ABNA), di salvegera 24emîn a berxwedan û rizgarkirina başûrê Lubnanê de, fraksiyonên Hizbullah û Tevgera Emel ên li Parlamentoya Lubnanê, bi tekez li ser pabendbûna xwe bi vebijarka berxwedanê re, her hewldanek ji bo rewakirina êrîşên rejîma Siyonîst û normalîzekirina têkiliyên bi wê re red kirin û vê rêyê wekî faktora ku dê rûmet û serxwebûnê vegerîne welêt bi nav kirin. 

Bi boneya Cejna Berxwedan û Rizgarkirinê, fraksiyona "Dilsoziya Berxwedanê" daxuyaniyek weşand û ev cejna neteweyî li miletê Lubnanî, bi taybetî li malbatên şehîd û şervanan pîroz kir û ragihand ku vebijarka berxwedanê dareke pîroz e ku bi fedakarî û berdewamiyê fêkî daye û bûye sedema rizgarkirina axê ji lepên dagirkeran.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku em bi hemû hêza xwe li dijî planên ferzkirî, normalîzekirina têkiliyên bi rejîma dagirker re û her hewldanek ji bo rewakirina êrîşên wê derdikevin û em daxwaza pabendbûna bi prensîbên berxwedan û parastina serweriya welêt dikin.

Her wiha Hîzbûllah û Tevgera Emel pesnê gelê berxwedêr û dilsoz ê Beyrût û başûrê Lubnanê dane û wan wekî garantorên aramiya neteweyî û hevsengiya li welêt bi nav kirine.

Daxuyanî her wiha bang li rayedarên Lubnanî dike ku bi aqilmendî û wêrekî berjewendiyên welêt li ser zextên siyasî û aborî yên Amerîkayê yên ku xizmeta berjewendiyên rejîma Siyonîst dikin, bidin pêş.

Rejîma Siyonîst di sala 1982an de nîvê Lubnanê dagir kir û piştî hejdeh salan berxwedana Lubnanê, di 25ê Gulana 2000an de neçar ma ku ji welêt bireve. Ev roj wekî Salvegera Berxwedan û Rizgariyê tê zanîn.

................................

/Dawiya peyamê

Etîket
Hizbullah Libnanê
Tevgera Amal
Lubnan
Îsraîl

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha