26 January 2026 - 19:37
Naîm Qasim: Em li hember gefên(tehdîda) Trump ên li dijî Îmam Xamineyî bêdeng namînin

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê ya Lubnanê, di gotinekê de li rêûresma hevgirtina Lubnanîyan bi Îran re got:Dema ku Trump Îmam Xameneî gefên(tehdîda) dike, bi rastî wî ne tenê kesekê, lê bi heman demê dehyan milyonên ji hezkirên wî jî hedef dike.

Li gor rapora ajansa nûçan a navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X)- ABNA-Bi rapora bi Rêya Al-Manarê:
Şêx Naîm Qasim, Sekreterê Giştî yê Hizbullahê ya Lubnanê, di destpêka axaftina xwe de li rêûresma hevsengiya Lubnanîyan bi Îran re got: Ez mehê Şe‘banê — mehê Peyamberê Xwedê (S.X.A) û mehê dayîna Îmamên pîroz — li hemû Misilmanan pîroz dikim.

Wî destnîşan kir ku Îmam Xameneî weliyê feqîh e, ku di dema neyînîya Îmam Mehdî (Xweda Li zuhora wî lez bika) de berpirsiyariyê digire ser xwe û cîgirê Îmamê Ma‘sûm e. Wî got: Hizbullah bi rêbertiya Weliyê Feqîh bawer dike û ji aliyê ramanî û bawerî ve bi vê rêbazê girêdayî ye.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê ya Lubnanê got: Dema ku Trump Îmam Xameneî tehdîd dike, bi rastî dehyan milyonên ji peyrew û hezkirên vê rêberê hedef dike. Em vê tehdîdê wek tehdîdek li dijî xwe têgihiştinê dikin û her awayek ku guncaw be, em wê bi kar bînin.

Wî got: Erka me ye ku bi vê tehdîdê bi şêwazekî tevahî û bi amadebûnekê beramber bibin; çimkî her tiştê ku zirarekê bigihîne Îmam Xameneî, ji ber pirraniya hezkirên wî û cihê Weliyê Feqîh, dikare bibite sedema bêîstîkrarî li herêm û cîhanê. Em nikarin li hember tehdîda Trump an jî kesên din li dijî Îmam Xameneî bêdeng bimînin û bi hemû şert û amûran em wê bi beramber bikin.

Şêx Naîm Qasim got: Amerîka şerêkî heşt-salî li dijî Îranê da destpêkirin, bi her cureyên çek û amûran bikaranîn û mîlyonan dolar ji bo sernegûniya Îranê xerc kir, lê di dawiyê de têk çû û têkçûnê bi xwe re anî. Ji sala 1979’an û bi damezrandina Komara Îslamî li Îranê, Amerîka her dem li dijî wê rawestiye, çimkî nikare welatekî azad û serbixwe ku wek merce‘ek ji bo Misilman û mazlûmên cîhanê kar dike, bi temamî qebûl bike.

Wî zêde kir: Komara Îslamî û serkeftina wê, mezintirîn darbe li Amerîka û Îsraîlê bû. Îran di şerê 12 rojî de bi berxwedan rawestiye û di bin rêbertiya Îmam Xameneî de planên Amerîka û Îsraîlê betal kir. Dijminan dixwestin bi rêya şertên aborî Îran ji hundir ve têk bibin; ji ber vê yekê bi têkoşerên xerapkar ên ku hêzên ewlehiyê û gel hedef digirtin, têkildar bûn û mizgeft, erebe û navendên civakî şewitandin.

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê ya Lubnanê di dawiyê de destnîşan kir: Aştiya bi zorê, wateya istîbdad e; kolonyalîzm bi zorê ye; û kuştina komkujî ya ku “Îsraîl” li Gazeyê pêk tîne, vahşet û sûc e ku bi hevkariya Rojava pêk tê.

Wî got: Ez silav û rêz li Komara Îslamî difirim û ji gelê Îranê re dibêjim: hûn bi şeref in. Em bi we re ne û hûn jî bi me re ne. Me bi mirinê tehdîd nekin؛ çimkî mirin ne di destê we de ye، lê di destê Xwedêyê Bilind de ye. Lê rûmet û şeref di destê me de ye û em tu carî ji wê dest nakevin؛ çimkî ev nîşana berpirsiyarî û mesûliyeta me ye.

……….

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha