Li gorî ajansa nûçeyan a navneteweyî Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA– Di raporeke de got ku di demeke kêm de, kêmtir ji mehekê, Mezlûm Kobanî, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk (HSD), bi şikest û têkçûneke neteweyî re rûbirû bû. Ew kesê ku di çend salên borî de nêzîkî yek ji sêyeka axa Sûriyê di destê xwe de girtibû, îro li gorî lihevhatina ku bi Dîmeşqê re bi navbêjîya Amerîkayê hate kirin, neçar e bi gav-gav hin ji pêgehên xwe radestî desthilata Colanî li Sûriyê bike û tenê bi beşeke biçûk ji bakurê rojhilatê Sûriyê qenaet bike.
Diyar e ku di rewşa hilweşandina carekê ya lihevhatinê de, hêzên HSD divê bibin beşek ji avahiya dewleta Dîmeşqê; dewletek ku ji aliyê îdeolojiyê ve bi bingehîn gelek cuda ye ji projeyên siyasî û hizrî yên HSD.
Ji vê alî ve, li gorî gotina hevalekî kevn ê Mezlûm Kobanî, dikare were gotin: “Ew êdî xewnên xwe windakirine û tu bijareyek jê re nemaye û ketiyê rêyeke ku encama wê tuneye.” Ev her çend ku HSD di sala 2015’an de bi hewla Amerîkayê û di bin navê hêza erdî ya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hate damezrandin.
Lê îro rewşa wan hêzan ketiyê bin bandora dewleta nû ya Sûriyê bi serokatiya Ehmed Şer‘e; kesayetek bi borîyeke El-Qaîdeyî û terorîstî ku niha têkiliyek nêzîk bi Washingtonê re heye. Ji ber vê yekê, Kobanê baş dizane ku HSD bûye qurbanîya “projeyeke mezin-tir” ku armanca wê nêzîkbûna Amerîkayê bi Tirkiyê re, pêşxistina lihevhatina aştiyê ya di navbera Sûriyê û Îsraîlê de û xurtkirina Dîmeşqê wek asteng li ber bandora Îranê û berxwedana herêmî ye.
Diyar e ev agahî bi tenê têra xwe kir ku hêzên HSD ji şer dûr bike û wan ji deverên ereb-nîşîn paşde bişîne; paşketinek ku bi pêşveçûna hêzên dewletê ji Helebê ber bi rojhilatê dest pê kir û di encamê de heta vekişîna wan bo deverên kurd-nîşîn ên li ser sînorên Tirkiyê û Iraqê dirêj bû. Her weha di vê navberê de, Tirkiyê wek hevalbendê Jolani, daxwaza hilweşandina tevahî ya HSD jî kir.
Her çend hîn jî hin Kurd bi vê baweriyê ne ku lihevhatina 30’ê Janûarê tenê destpêka navendxwaziyeke Dîmeşqê ye û domdar nabe, lê divê ji bîr nekin ku ev lihevhatin dema ku hate pejirandin ku hêzên Colani bajarên Kurdî yên Sûriyê girtibûn bin zextê û rêveberiya xweser a Kurdî bi pratîkê hilweşandibû. Heta piştî lihevhatinê jî, çi çavkaniyên çandiniyê, hêz û enerjî ku di destê Kurdê de bûn, hatin standin û radestî dewleta navendî kirin.
Heta “Peymana civakî” ya HSD, ku bingehê serwerîya wan hêzan tê de dihate destnîşankirin û li ser demokrasiya herêmî bi girîngîya mafên jinan û kêmîneyan û bi fermî-nasîna zimanê Kurdî û Suryanî li kêleka zimanê Erebî rawestiyabû, piştî vê lihevhatinê ket û hêza xwe winda kir.
Lê bi vê re jî, li gorî çavkaniyên Kurdî, Mezlûm Kobanê bi hemû vekişîna ji şer û lihevhatina bi dewleta Colani û Dîmeşqê re, naxwaze tu berpirsiyariyek di avahiya desthilata Dîmeşqê de li xwe bigire. Tê texmîn kirin ku posta cîgirê wezîrê parastinê, ku di lihevhatina dawî de ji Kurdên re hat pêşniyarkirin, were dayîn kesekî din.
Xala girîng a li vir ew e ku qebûlkirina vê şikest û têkçûnê ji aliyê Kobanî ve ne li ser bingeha baweriyeke îdeolojîk, lê belkî li ser bingeha hevsengiya hêza leşkerî ye. Ji ber ku niha ji wî re eşkere bûye ku pirsgirêka bingehîn ev e: piştgirîya leşkerî ya Amerîkayê, tu carî piştgirîyeke siyasî ya domdar bi xwe re neanîye.
Notak-Amrîka her tim li dîroke da nîşan daye bi tenê li fikrê manfîete Xwedeya kurdbe yan jî Erab be …jera muhim nîna mealesef kurd ji van serhatina ders nagirin dijmin û dost ji hev naveqatenin li sûrîye Colanî jiwara muhimtir ji kurdana kurd kirin feda Colanî?
Your Comment