10 February 2026 - 18:03
Fermandarê Giştî yê SDF`ê Mezlûm Ebdî:Saziyên rêveberiya xweser û deriyê Samalka wekî berê xebatên xwe didomînin

Servîsa Sûriyê - Fermandarê Giştî yê SDF`ê Mezlûm Ebdî ragihand ku saziyên Rêveberiya Xweser dê di çarçoveya yekrêziya bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re xebatên xwe bidomînin, deriyê sînorî yê Samalka wê bi rewşa xwe ya niha were parastin û lîwayên leşkerî yên SDF`ê li Hesekê, Qamişlo û Direkê bi cih bibin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (S.X)-ABNA- Li gorî rapora Kordpress`ê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di civînekê de ligel şêniyên Hesekê û awareyên Serhkanî û Efrînê ragihand ku saziyên Rêveberiya Xweser dê di çarçoveya pêkvejiyana bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re berdewam bin. Herwiha tekez kir, ku deriyê sînorî yê Samalka dê bi rewşa xwe ya niha berdewam be û ofîseke hikûmeta demkî li wir bê avakirin û lîwayên leşkerî yên HSDê jî dê li Hesekê û Qamişlo bin û dê di demek nêzîk de bên sazkirin.
Li gorî Tora Ronahî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di civînekê de bi şêniyên Hesekê û koçberên Serêkaniyê û Efrînê re, hûrgiliyên rêkeftina 29ê Kanûnê ya ligel hikûmeta demkî ya Sûriyê gotûbêj kir.
Mezlûm Ebdî ragihand ku saziyên Rêveberiya Xweser dê di çarçoveya pêkvejiyana bi saziyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re xebatên xwe bidomînin û li gorî peymana ku bi hikûmeta demkî re hatiye kirin dê hin sazî bibin rêveberî.
Abdî diyar kir ku deriyê Sînorî yê Samalka ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê dê bi rewşa xwe ya niha bidome û li wir dê ofîsa hikûmeta demkî bê avakirin.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê her wiha diyar kir ku lîwayek wê li Hesekê, yek li Qamişlo û ya sêyemîn jî li Direkê bi cih bibin.
………….

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha