Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA— Fuad Hisên li himber destwerdanên Amerîkayê li mesela avakirina kabîneya nû ya Iraqê bertek nîşan da û got ku avakirina hikûmeta Iraqê mijareke navxweyî ye.
Fuad Hisên dilnigeraniya xwe ya kûr li ser maceraheziya leşkerî ya Ameîkayê li navçeyê nîşan da û hişyarî da ku xetera gurrbûna agirê şerê muhtemel û encamên wê dê bêguman bandora neyînî ser herêmê bike.
Wezîrê derve yê Iraqê wek berteka li hember destwerdanên eşkere yên Amerîkayê li mijara pêkanîna hikûmeta nû û dijberiya kirêt a Trump bi berbijarê fraksiyona herî mezin a parlemanê jibo posta serokwezîrtiyê got: Pêkanîna kabîneyê mijareke navxweyî ye, helbet em bîr û rayên hevpeymanên navdewletî ji wan Amerîkayê berçav digrin.
……………..
Dawiya Peyam/
Your Comment