24 February 2026 - 18:17
Wezîrê derve yê Iraqê xitabî şandiyê Trump: Pêkanîna hikûmetê meseleyeke navxweyî ye

Wezîrê derve yê Iraqê xitabî şandiyê Trump got ku pêkanîna hikûmetê meseleyek navxweyî ye.

Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA— Fuad Hisên li himber destwerdanên Amerîkayê li mesela  avakirina kabîneya nû ya Iraqê bertek nîşan da û got ku avakirina hikûmeta Iraqê mijareke navxweyî ye.

Fuad Hisên dilnigeraniya xwe ya kûr li ser maceraheziya leşkerî ya Ameîkayê li navçeyê nîşan da û hişyarî da ku xetera gurrbûna agirê şerê muhtemel û encamên wê dê bêguman bandora neyînî ser herêmê bike. 

Wezîrê derve yê Iraqê wek berteka li hember destwerdanên eşkere  yên Amerîkayê li mijara pêkanîna hikûmeta nû û dijberiya kirêt a Trump bi berbijarê fraksiyona herî mezin a parlemanê jibo posta serokwezîrtiyê got: Pêkanîna kabîneyê mijareke navxweyî ye, helbet em bîr û rayên hevpeymanên navdewletî ji wan Amerîkayê berçav digrin. 

……………..

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha