6 March 2026 - 00:15
Source: Kurdpress
Eraqçî: Me daxwaza agirbestê nekiriye/em amade ne ku di êrîşa bejayî de rûbirûyê Amerîkayê bibin

Serwîsa Îranê - Wezîrê karên derve yê Îranê her cure danûstandinên bi Amerîkayê re red kir û got: Îranê daxwaza agirbestê nekiriye û amade ye rûbirûbûna êrişa bejayî ya Amerîkayê bibe.

Li gorî rapora çapemeniyê, Seyîd Ebas Eraxçî, wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, êvara pêncşemiyê li hevpeyvîna digel kanala NBC News`ê got: Îranê tevî êrîşên Emerîka û Îsraîlê li seranserî welêt daxwaza agirbestê nekiriye.

Li ser pirsa gelo Îran ji êrîşeke bejayî ya muhtemel a Amerîkayê ditirse yan na, Eraqçî bi wêrekî got: Na, em li benda wan in ji ber ku em piştrast in ku em dikarin bi wan re rûbirû bibin û dê bibe karesatek mezin

ji bo wan.

...............

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha