Li gorî rapora ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Ehlê Beytê(s.x)-ABNA– Mehdîye Esfendyarî, çalakvana piştevaniya mafên gelê Filistînê, piştî azadbûna ji zîndana li Fransayê, bi rêya sinorê erdî yê Razî li parêzgeha Azerbaycana Rojava, ketiye welat.
Esfendyarî ku xwendekarekî îranî yê li Fransayê bû, berê ji ber piştgiriya xwe ji berxwedana gelê Xezeyê ji aliyê polîsê wî welatî ve hatibû girtin.
Azadbûna wê li pey lihevkirinekê di navbera Tehran û Parîsê de pêk hat; li gorî vê lihevkirinê, hikûmeta Fransayê di beramberî azadkirina du welatiyên fransî yên bi tawana sîxuriyê tên girtin de, soz daye ku Mehdîye Esfendyarî bi temamî azad bike û gilîya li dijî Îranê ya li Dadgeha Navneteweyî ya Dadê (ICJ) jî vekişîne.
Esfendyarî di axaftina xwe ya li gel televizyona dewleta Îranê de piştî vegerê got: "Ez difikirim ku ji her kesî re diyar û eşkere ye ku li Fransayê, herî kêm li wê derê ku ez lê bûm, azadiya gotinê tune ye. Biryara dadgehê pir neheq bû"
…….
Dawiya peyam /
Your Comment