Li gor rapora Ajansa Nûçeyan a Ehl-ul Beyt (s.x.) – ABNA– Amerîka di tevgera xwe ya herî dawî de li dijî komên berxwedanê li Iraqê, heft ji fermandarên van koman sankiyon kir.
Wezaretên Xezîneyê û Derve yên Amerîkayê roja Înê bi dema herêmî ragihandin ku wan heft fermandarên bilind ên komên berxwedana Iraqê ji komên "Ketaib Hizbullah", "Esayib Ehl-ul Heq", "Ketaib Seyîd el-Şuheda" û "Tevgera Berxwedana Îslamî a Nuceba" sankiyon kiriye(ceza kirina).
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê van fermandarên komên berxwedanê tawanbar kir ku di plankirin û pêkanîna êrişan li dijî hêzên Amerîkayê û hevpeymaniyê li herêmê de rola wan heye.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ku ji bandora Îranê li herêma Rojavayê Asyayê (Rojhilata Navîn) ditirse, pejirand ku ev kiryar di çarçoveya stratejiyeke berfirehtir de ji bo bergirîkirina li hember bandora Îranê li Iraqê hatiye kirin.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê herwiha îdîa kir ku ev kiryar ji bo astengkirina berdewamiya êrişan li dijî berjewendiyên Dewletên Yekbûyî hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, komên navborî di çarçoveya fermanên rêveberiyê yên Amerîkayê de, hem di lîsteya "Terorîstên Cîhanî yên Di bin Sankiyona (ceza kirina)Taybet de (SDGT)" û hem jî di lîsteya "Rêxistinên Terorîst ên Biyanî (FTO)" de cih digirin.
Skott Besent, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê roja Înê bi dema herêmî îdîa kir: "Emê nedin ku çekdarên terorîst ên Iraqê yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştguhkirin, can an jî berjewendiyên Amerîkayiyan bixetirînin. Yên ku tundiya van çekdaran hêsan dikin, dê berpirsiyar bêne girtin."
Tammy Pigot, cîgira berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê jî got: "Kiryara îro peyameke zelal dişîne. Yên ku alîkarî an piştgiriya van koman dikin, dê rûbirûyê encaman bibin."
Ev berpirsê Wezareta Derve ya Amerîkayê got: "Em ji berpirsên Iraqê dixwazin ku tedbîrên lezgîn ji bo hilweşandina van koman bigirin û nehêlin ku ew ji axa Iraqê ji bo çalakiyên ku bibin sedema bêîstîkrariya herêmê bikar bînin."
.................................
Dawiya peyamê
"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî heft fermandarên komên berxwedana Iraqê cezayên aborî ragihand."
"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di çarçoveya kiryarên xwe yên herî nû yên li dijî komên berxwedana Iraqê, heft fermandarên van koman bi cezayên aborî û sînordarî kirin."
Your Comment