Li gorî rapora Ajansa Navneteweyî ya Ehlê Beyt (s.x) – ABNA – Malpera "Oil Price" nivîsand: Tengava Hurmuzê careke din bûye navenda tansiyonên jeopolîtîk ên zêdebûyî; Îran di navê dorpêçeke deryayî ya ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve, dest bi sinorkirina tevgera keştiyan kiriye.
Li gorî raporan, Îran bi kêmî 20 keştiyên ku niyeta wan a derbaskirina vê tengavê bû, vegerandine; di heman demê de kiryarên Amerîkayê jî bûye sedema guhertina rêya keştiyên din.
Tê gotin ku keştiyên bazirganî hişyariyên radyoyî yên rasterast ji hêza deryayî ya Îranê werdigirin ku tê de hatiye ragihandin ku ev avrê ji bo hemû tevgeran girtî ye; kiryarek ku Tehranê wekî encama "pabendnebûna Waşingtonê li hemberî peymanên agirbestê" şirove kiriye.
Ev guherîn, zivireke tûj li hemberî atmosfera xweşbîniya rojên dawî tê hesibandin. Tenê çend roj berê, Îran ragihandibû ku derbasbûn û çûnûhatina Tengava Hirmuzê "bi temamî vekirî" ye; ew jî li dû peymaneke agirbestê ya demkî ya bi kêmkirina tansiyonê li Libnanê ve girêdayî. Niha diyar e ku ev peyman di hilweşînê de ye.
/Dawiya Peyamê
Your Comment