19 April 2026 - 15:47
Source: kmr.abna24.com
Pêşeroja Kurdên Sûriyê di Sîya Vekişîna DYAyê û Belavbûna Nifûza Şamê de

Servîsa Cîhanê – Bi vekişîna tam a hêzên Amerîkî ji Sûriyê û ji nû ve desteserkirina parçeyên fireh ên herêmên Kurdnişîn ên ji aliyê hikûmeta nû ya Şamê ve, Kurdên Sûriyê yên ku zêdetirî deh sal ezmûna xwe-rêveberiyê derbas kirine, naha bi metirsîya windakirina destkeftiyên xwe yên siyasî, ewlekarî û çandî û pêşerojeke nediyar re rû bi rû ne.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beyt (s.x) – ABNA –Kurdên Sûriyê piştî vekişîna Amerîkayê û pêşdeçûna hêzên hikûmeta nû ya Şamê, rûbirûyê paşerojeke ne diyar in. Rêvebiriya xweser a ku ev zêdetirî deh salan li bakurê rojhilatê Sûriyê hatibû avakirin, niha neçar dimîne ku tev li pêkhateya Sûriyê ya nû bibe; Avahiyeke ku di bin bandora Tirkiyeyê de û bi dawîbûna hebûna leşkerî ya DYA’yê pêk tê.

Li gorî Radyoya Niştimanî ya Amerîkayê, karwanê dawî yê hêzên Amerîkî vê hefteyê ji Sûriyê derket û hebûna dehsalî ya Washingtonê li wî welatî bidawî anî. Ev pêşketin di demekê de bû ku hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê beşeke mezin ji navçeyên di bin destê kurdan de vegerandin û hêzên kurdî paşde vegerandin devereke biçûk.

Kurdên Sûriyê ku di sala 2012an de hevdem bi şerê navxweyî re ji bin kontrola hikûmeta Beşar Esed hatin derxistin, herêmeke xweser bi navê “Rojava” ava kirin. Herêmek ku li ser prensîbên laîkparêziyê, beşdarbûna etnîsîteyên cuda, demokrasiya herêmî û wekheviya zayendî radiweste. Niha gelek ji van destkeftiyan di bin xeteriya windabûnê de ne.

Karbidestên Kurd dibêjin, piştî ku bi hezaran hêzên wan li kêleka Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de hatin kuştin, Washingtonê ew bi tenê hiştin di demeke krîtîk de. Yek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Newroz Ehmed got ku Amerîka di dawiyê de li pey berjewendiyên xwe bû, lê diviyabû ev pêvajo bi vî awayî bidawî nebûya.

Li gorî peymana agirbestê ya bi navbeynkariya DYA’yê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî li ser sînor, çavkaniyên petrol û gazê û deriyên sereke namîne. Berovajiyê vê jî di derbarê naskirina mafên kurdan de soz hatin dayîn.

Li bajarê Qamişlo ku yek ji navendên sereke yên gelê Kurd li Sûriyê ye, atmosfereke nîgeranî û nezelaliyê heye. Şêniyên herêmê behsa îhtimala bêewlehî, talan û pevçûnên nû dikin. Dibistanên dewletê jî ji meha Çileyê vir ve girtî ne da ku malbatên jicîhûwar bihewînin.

Derbeyek din a siyasî ya li kurdan jî guhertina helwesta hin eşîrên ereb ên herêmê ye. Di meha Çile de, eşîra Şemmar a bibandor, ku yek ji stûnên aramiyê li herêmê dihat dîtin, bang li hêzên xwe kir ku piştgirî bidin hikûmeta Şamê. Ev guhertina pêkhateyan hevsengiya hêzê li bakur-rojhilatê Sûriyê guhertiye û li ser zirara Kurdan e.

Di warê leşkerî de, hêzên Kurdî razî bûn ku tevlî artêşa Sûriyê bibin, lê hikûmeta Şamê avakirina yekîneyên serbixwe yên Kurdî qebûl nekir û herwiha li dijî leşkerkirina hêzên jin ên Kurd derket. Bi nêrîna Kurdan ev yek di warê mafên jinan û beşdariya siyasî de paşveçûneke cidî ye.

Di heman demê de, hindikahiyên olî jî ji pêşerojê bi fikar in. Hikûmeta nû ya Sûriyê bi serokatiya Ehmed El-Şora, fermandarê berê yê girêdayî Qaîde, ragihand ku wî xwe ji rabirdûya xwe dûr xistiye, lê paşeroj û hin hêzên wî bûne sedema nîgeraniyeke berbelav di nav kêmîneyên weke Êzidî, Elewî, Durzî û Xirîstiyanan de.

Êzidiyên bakur-rojhilatê Sûriyê ditirsin ku lawazbûna hêzên kurdî bingehê ji bo vegera DAIŞê yan êrişên komên tundrew peyda bike. Di mehên dawî de li herêmên kêmnetewan komkujî û koçberiya xiristiyanan zêde bû.

Tevî zextên zêde jî, gefên dawî bûne sedem ku lihevhatina Kurdan zêde bibe. Serkirdeyên kurdên Iraqê jî nakokiyên berê dan aliyekî û piştgiriya siyasî û mirovî pêşkêşî kurdên Sûriyê kirin.

Li sûka Qamîşlo, alayên kurdî ji her demê zêdetir tên dîtin; Sembola nasnameyeke nû ye ku di nava zêdetirî deh salên xwerêveberiyê de di nava nifşê ciwan de pêk hatiye. Gelek xortên Kurd dibêjin, tevî hemû gefan jî, hesta yekîtî û nasnameya wan a netewî li gorî berê bihêztir bûye.

………………..

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha