22 August 2026 - 16:28
Source: kmr.abna24.com
Li Bahreynê efû û lêborîn heye; lê ne ji bo alimên olî!

NÛÇE - Navenda “Meraya el-Behreynê” bi nîşandana kêmkirina cezayê welatiyekî biyanî yê ku bi sûcê qaçaxçîtî û ragirtina 709,4 gramên kokaînê hatibû girtin, ev biryar bi awayê reftarê yê saziya dadwerî ya Bahreynê ya li hemberî hin alimên olî û çalakvanên dînî re berawird kir û pirsî: Ger “şert û mercên tohmetbar, rewşa dozê û nebûna qeyda sûcên berê” dikare bibe bingehek ji bo kêmkirina cezayan di dozên madeyên hişber de, çima di dozên girêdayî bawerî û çalakiyên dînî de, heman pîvan bi heman rengî nayên berçavgirtin?

Ligorî rapora ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlebeytê (s.x) – ABNA – Dadgeha Bilind a Temyîzê ya Cezayan a pêncemîn a Bahreynê, cezayê jineke biyanî ku bi tohmeta anîn û ragirtina nêzî 800 gram kokaînê, bi 15 salan hatibû mehkûmkirin, daxist 10 salan. Dadgehê di hincetên xwe de ragihand ku li ber çavan girtina şert û mercên dozê, rewşa tohmetbar û nebûna qeyda sûcên berê, bûne sedem ku di cezayê wê de sivikkirin (efû) were kirin.

Malpera “Meraya el-Behreynê” bi nîşandana vê biryarê, çend pirs li ser pîvanên sepandina dadmendiyê li Bahreynê anî ziman û nivîsand: Ger rewşa tohmetbar û nebûna qeyda sûcên berê dikare di dozeke girêdayî qaçaxçîtiya madeyên hişber de bibe sedema kêmkirina pênc salan ji ceza, ev pirs tê kirin ku heman pîvan di dozên girêdayî çalakiyên dînî û baweriyê de çawa tên sepandin?

Ev malper herwiha bi bîr xistina dosyeyên hin alimên olî û çalakvanên dînî li Bahreynê îdia kir ku di hin rewşan de, baweriya mezhebî, anîna zimanê dîtinên dînî an pabendbûna bi baweriyekê, dibe mijareke ewlekariyê û kesê pêwendîdar li şûna ku ji berçavgirtina şertên kesane û qeyda xwe sûd werbigire, rastî reftareke tund tê.

Di raporê de tê tekez kirin ku pirsa sereke ne li ser pêwîstiya rûbirûbûna yasayî ya li hemberî qaçaxçîtiya madeyên hişber e, belkî li ser yekbûna pîvanên dadmendî û dilovaniya di dozên cuda de ye.

Di dawiyê de, “Meraya el-Behreynê” bi pirsîna vê yekê ku “aya dadmendî û lêborîna dadwerî prensîbeke giştî ye yan îtiyazek e ku tenê di hin dozan de tê sepandin?” encam girt ku cudahiya muhtemel a di navbera reftara li hemberî dozên madeyên hişber û dozên dînî de, pêwîstiya lêkolîneke cidî li ser pîvanên dadweriyê li Bahreynê derdixe pêş.

……….

Dawîya Nûçeyî

Peyvên serekî: #Behreyn #AlimênBehreynê #ŞîeyênBehreynê #GirtiyênBehreynê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha