Ligorî rapora ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlebeytê (s.x) – ABNA –Bi beşdariya Nasır Serac, Sekreterê Stada Mafên Mirovan a Desthilata Dadwerî ya Îranê û hejmarek ji malbatên şehîdên Minabê, merasîma “Roja Cîhanî ya Bîranîna Qurbaniyên Terorîzmê” li Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê hat lidarxistin.
Nasır Serac di vê merasîmê de diyar kir ku terorîzm bi kuştina mirovekî bi dawî nabe û carinan heta çend nifşan bandorên xwe dihêle. Wî got: “Êşa malbatên qurbaniyên terorê bi salan berdewam dike. Qurbaniyê terorîzmê tenê ne kesek e, belkî malbat, civak û carinan nifşek e.”
Serac rexne li helwesta civaka navneteweyî girt û wiha pê de çû: “Neteweyên Yekbûyî hewcedariya parastina mafên qurbaniyan dubare kiriye, lê pirs ev e; gelo civaka navneteweyî bi hemû qurbaniyên terorê re yek alî tevdigere? Mixabin bersiv ne her tim erênî ye.”
Wî bi bîr xist ku Îran berdêlekî giran ji bo terorê daye û wiha got: “Ger li welatekî Ewropayê çalakiyeke terorîstî çêbibe, tavilê dibe meseleyeke cîhanî. Lê dema qurbanî welatiyekî îranî be, carinan bi bêdengiyê an jî bi çêkirina rewayiyên siyasî tên bersivdan; ev e ew ‘standarda du-alî’ (du pîvanî).”
Sekreterê Stada Mafên Mirovan a Desthilata Dadwerî, derbarê rewşa dawî ya herêmê û êrîşan de jî got: “Di van şerên dawî de me dît ku çawa xelkê asayî bûn hedef. Divê tu armanceke leşkerî ewlehiya jiyana zarokan ji holê raneke. Di êrîşên dawî de heta asta bilind a siyasî ya Îranê jî nehat parastin û Rêberê hêja yê Îranê Ayetullah Seyîd Elî Xaminêyî di êrîşeke dawî de şehîd bû. Ev bûyer peyameke zelal dide: Teror û tundiya siyasî dema dibe amûr, tu sînoran nas nake.”
Di dawiyê de Serac tekez kir ku mafên mirovan divê nebin amûra zexta siyasî an destwerdanê û divê li gorî neteweperestî an nêrîna siyasî neyên polênkirin.
…………….
Dawiya Peyam/
Peyvên serekî: #Terorîzm #NasırSerac #MafênMirovan #Îran #Siyasetanavneteweyî
Your Comment