30 August 2026 - 17:25
Source: kmr.abna24.com
“Hamas: Ebû Ubeyde ji serdirokekî (berdevkê) berxwedanê bêtir bû”

“Hamas di salveketreîn a şehadetê ya Ebû Ubeyde de ragihand: Ebû Ubeyde ji berdêvekî berxwedanê bêtir bû.”

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA –Hamas, di yekem salvegera şehadeta Ebû Ubeyde, berdevkê leşkerî yê vê tevgerê de ragihand: “Ebû Ubeyde ji berdevkekî berxwedanê bêtir bû; ew hebûn û dengek bû ku bi qonaxeke çarenûssaz di dîroka gelê me yê berxwedêr de hatibû girêdan.”

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Şehabê, Hamasê tekez kir: “Dengê Ebû Ubeyde bi rûmet û qehremantiyên berxwedanê re bû yek û axaftinên wî yên girîng di bûyerên sereke de, di nav de operasyonên girtina dîlan û derbasbûna li pişt xetên dijmin, hîn jî di bîra me de ne.”

Hamasê her wiha destnîşan kir ku dengê Ebû Ubeyde bûbû hevwateya serkeftin û lehengiya berxwedanê û axaftinên wî yên di demên çarenûssaz de, hê jî di bîra me de deng vedide.

Bi destpêkirina şerê Bahoza Eqsayê “Tofana Eqsayê” di 7ê Cotmeha 2023an de, hebûna wî bi awayekî bêhempa berfireh bû û daxuyaniyên wî yên vîdyoyî bûn yek ji wan mijarên herî zêde di dema şer de dihatin li bendê man.

Di 30ê Tebaxa 2025an de, artêşa dagirker a Îsraîlê êrîşeke hewayî li ser bajarê Xezzeyê pêk anî û Ebû Ubeyde û malbata wî kirin hedef.

Çend meh şûnde, Tugayên Îzedîn el-Qassam bi awayekî fermî şehadeta wî û navê wî yê rastî, Huzeyfe Semîr Ebdullah el-Kehlût, ragihand.

Jiyana Ebû Ubeyde piştî zêdetirî 20 salan ku rûyê wî nixumandî bû, bi dawî bû. Ew rêwîtiya ku di 18 saliya xwe de bi xwendina daxuyaniyekê ji bo komek rojnamevanan dest pê kiribû, bi dengê wî ku ji bo herdem di bîra guhdarên wî yên ku bi salan daxuyaniyên wî dişopandin de ma, bi dawî hat.

…………….

Dawiya peyamê /

Etîket:

Hamas

Ebû Ubeyde

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha