Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA –Emar el-Hekîm di serdana xwe ya bo parêzgeha Dîwaniyeyê de, li ser pêwîstiya bihêzkirina aramî û geşepêdanê li Iraqê teqez kir û destnîşan kir ku yekdestkirina çekan di destê dewletê de, ji bo avakirina dewleteke xurt şertekî bingehîn e. Her wiha da zanîn ku bo gotûbêjkirina vê mijarê bi komên çekdar re, hewayeke erênî heye.
Emar el-Hekîm roja çarşemê di civîneke rojnamevanî ya hevpar de bi parêzgarê Dîwaniyeyê re, bi amajeya bi şiyanên aborî yên vê parêzgehê, li ser pêwîstiya veguherandina Dîwaniyeyê bo navenda çandiniyê ya Iraqê teqez kir û got: “Ev parêzgeh ji bilî şiyanên çandiniyê, xwedî derfetên pîşesazî, geştyarî û petrolê jî ye û dikare bibe yek ji navçeyên girîng ên aborî li herêma Firata Navîn.”
Navhatî di dewama axaftinên xwe de bi îşaretkirina bi têkiliya rasterast a di navbera geşepêdan û aramiyê de, diyar kir: “Geşepêdan bêyî aramiyê ne pêkan e; aramî jî di bin siya dewleteke xurt de pêk tê; dewletek ku tê de çek di destê desthilatê de bin û bi awayekî cidî li dijî gendeliyê jî şer bê kirin.”
Serokê Hevbendiya Hêzên Dewleta Niştimanî ya Iraqê her wiha dawîhatina mîsyona Hevbendiya Navneteweyî ya li Iraqê di 30ê Îlonê de, wekî hevxem digel gavên dewletê yên bo rêkxistina çekan li vî welatî nirxand û got: “Iraq di qonaxa borî de bi komên ku di şerê dijî DAIŞê de xwedî rol bûn, fedakarî kirin û şehîd dan re rû bi rû bû, lê niha dema wê hatiye ku proseya yekdestkirina çekan bi rêya gotûbêjeke cidî û avaker were rêkxistin.”
El-Hekîm bi amajeya bi avakirina komîteyekê ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve bo gotûbêjkirina bi komên çekdar re, hewaya van danûstandinan erênî nirxand û got: “Ev kom li hember Iraq, ewlehî, aborî, têkiliyên derve û avakirina dewleteke xurt hest bi berpirsyariyê dikin.”
Wî teqez kir ku pirsgirêkên têkildarî çekan divê bi rêya gotûbêjên dilsoz, cidî û avaker bên çareserkirin.
Di beşeke din a axaftinên xwe de, derbarê Tengava Hurmizê de, bi amajeya bi girêdayîbûna beşeke mezin a hinartina Iraqê bi vê rêyê, girtina wê ji bo aboriya Iraqê wekî kêşeyekê da zanîn û li ser pêwîstiya cihêrengkirina çavkaniyên aboriyê û kêmkirina girêdayîbûna bi dahatên petrolê teqez kir.
Parêzgarê Dîwaniyeyê jî daxwaz kir ku dewlet û meclisa Iraqê piştgiriyê bidin cîbicîkirina projeyên avahîsaziyê û dabînkirina çavkaniyên darayî yên pêwîst ji bo parêzgehê, di çarçoveya budceya sala 2027an de.
…
Tage (Etîket):
Iraq, Berxwedan, Dêstarkirina çekan (ji komên çekdar), Seyîd Emar el-Hekîm
Your Comment