AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

5 rezber 2022

16:35:42
1303728

Çar leşkerên siyonîst bi giranî li Ramellahê birîndar bûn

Di encama avêtina bombeyeke destçêkirî ber bi leşkerên siyonîst va li bakûrê rojavayê Ramellahê, herî kêm çar leşkerên siyonîst bi giranî birîndar bûn.

Medyayan ragihand ku ev bûyer li nêzikî gundê Nebî Salih li bakûrê rojavayê Ramellahê qewimiye.

Medyayên ibrî pêştir qala guleavêtina ber bi utubûsseke hilgira bajaroknişînan li navçeya Xewr-Urdinê û birîndarbûna herî kêm pênc kesan kiribû.

Vê dawiyê hevdem digel zêdebûna êrîşên sayberî li ser binesaziyên Rejîma Siyonîst, êrîşên têkoşer û gelê Filistînê li sser leşkerên siyonîst ên dagirker jî zêde bûne.

342/