AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

2 rêbendan 2023

18:14:09
1335482

Serokwezîrê Iraqê dê bi zûtî serdana Amerîkayê bike

Endamekî Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê qala plandarêştina ji bo serdana serokwezîrê vî welatî bo Waşîngtonê kir.

Ebû Mîsaq Misarî endamê Hevpeymaniya Fethê li parlimana Iraqê got: Hin amadekarî ji bo serdana Muhemed Şiya Sûdanî bo Waşîngtonê tên kirin û ew ê di serê desteyeke payebilind da biçe bo Waşîngtonê û gelek dosyeyên têkildarî Iraqî digel rayedarên vî welatî vekolîne.

Misarî her wiha got: Helbet hîn dema deqîq a vê serdanê diyar nebûye û têkiliyên digel aliyê amerîkî ji bo pêkanîna vê serdanê didomin.

Sair El-Cebûrî nûnerê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê jî ragihand ku bi îhtimaleke zêde Muhemed Şiya Sûdanî di serdana xwe ya bo Amerîkayê da dosyeya zêdebûna bihayê dolarê hilêxîne.

Destwerdana Amerîkayê li bazara darayîyê ya Iraqê bûye sebeb ku bihayê dolarê li Iraqê gelekî jorda biçe.

342/