AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

16 rêbendan 2023

15:40:55
1338910

Zarokekî filistînî li Beyt Lehmê şehîd bû

Leşkerên siyonîst zarokekî filistînî li bajarê Beyt Lehmê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê şehîd kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku zarokekî filistînî yê 14 salî bi navê 'Omer Lutfî Xemûr' li Kampa El-Dehîşeyê li nêzikî bajarê Beyt Lehmê ji aliyê leşkerên Rejîma Siyonîst va hat şehîdkirin.

Ev zarokê filistînî di encama guleavêtina rasterast li seriyê wî ji aliyê leşkerên siyonîst va şehîd bû.

Di mehên dawî da berxwedana welatiyên filistînî li hemberî leşkerên siyonîst û têkoşîna çekdarî ji aliyê têkoşerên filistînî li dijî siyonîstan li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê zêde bûye.

Li gorî nûçeyeke din, çavkaniyên nûçeyan qala operasyona dijî siyonîstan li rojavayê bajarê Ramullahê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê kirin.

Kanala 14an a Rejîma Siyonîst îro di raporekê da ragihand: Bajaroknişînekî vê rejîmê li nêzikî gundê Dêr-Qidîsê li rojavayê Ramullahê ket ber êrîşê û birîndar bû.

Çavkaniyên filistînî jî qala êrîşa dubare ji aliyê bajaroknişînên siyonîst va li ser Mizgefta Eqsayê li bajarê Qudsa dagirbûyî kirin.

Malpera Filistîn Onlien'ê ji zarê Rêveberiya Ewqafa Qudsê ragihand ku bi dehan bajaroknişînên siyonîst roja Duşemiyê careke din di kiryareke handêr da êrîşî ser sehna Mizgefta Eqsayê kirin û merasima "Tilmûdî" bi cih anîn.

Ji aliyê din va, Ofîsa Navendî ya Amarê ya Rejîma Siyonîst ragihand, navgîna asta enflasyonê li Îsraîlê di sala 2022an da gihîştiye 5,3 ku asta herî zêde ya enflasyonê di 20 salên dawî da li erdên dagirbûyî ye.

Navçeyên cûr bi cûr ên Îsraîlê di rojên dawî da û piştî desthilatdarbûna kabîneya rastgir û zêdegav a Netanyahû bûne qada nerazîtî û xwenîşandanan.

342/