14 September 2026 - 16:25
Source: kmr.abna24.com
Nuceba: Em ê terorîstên Amerîkî li her cihê ku bin, bikujin

«Endamekî Tevgera Nuceba tekez kir ku hêzên berxwedanê, dagirkerên Amerîkî – heta eger di bin keviran de jî xwe veşêrin – ew ê wan bikujin.»

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Seyîd Ebas El-Musewî, endamê Tevgera Nuceba û nûnerê vê tevgerê li Îranê, tekez kir ku berxwedan ne meydanê terk kiriye û ne jî dê çekên xwe radest bike.

Wî her wiha li ser berdewamiya riya Îmamê Şehîd, Ayetullah Xaminêyî (quddise sirruh), û tohildana xwîna wî ya pîroz tekez kir.

El-Musewî got: «Heta eger em hemû karbidestên Amerîkî û Siyonîst û tevahiya hevalbend û artêşên wan tune bikin jî, xwîna wan a pîs, hêjayî dilopek ji xwîna Îmamê Şehîd Xaminêyî nîne.»

Wî yekem bernameya berxwedanê di çarçoveya tohildanê de, derxistina leşkerên dagirker ên Amerîkî ji herêmê da zanîn û got: «Eger (li Iraqê) bimînin, ew ê li bin her kevirekî û dîwarekî jî xwe veşêrin, em ê wan bikujin.»

…

Dawiya peyamê

Etîket (Tags):

  • Tevgera Berxwedana Îslamî ya Nuceba
  • Amerîka

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha