7 February 2023 - 18:47
Nimandina binkeya hewayî ya binerdî ya Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê

Hêza Hewayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê binkeya yekê ya binerdî ya xwe bi navê Heylo -44 nimand.

Binkeya yekê ya binerdî ya Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê bi navê Heylo -44 bi amadebûna Serokerkanê Hêzên Çekdar Generalê Pasdar Mihemed Baqirî û Serfermandarê Artêşa Komara Islamî ya Îranê General Seyîd Ebdulrehîm Mûsewî hat nimandin.  

Binkeya Hewayî ya Heylo- 44 a Artêşa Îranê xwedîyê qabilîyeta parastina balafirên cengê yên curbicur û xwofirên Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê û amadekirina wan ji bo operasyonê ye.

Ev binkeya yê ji bo parastina cêtên nû yên Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê û amadekirina wan ji bo perasyonê jî were teyarkirin.

Şayanî gotinê ye ku Binkeya Heylo- 44 yek ji çend binkeyên hewayî yên binerdî yên Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê ye.


342/