"Nesr El-Şemerî" Berdevkê Tevgera Nucebayê ya Iraqê roaj Sêşemiyê got, Iraqê hin rêgeh ji bo veguhestina niftê bo Tirkiye, Kendava Farsê û welatên din hene û loma em bawer in armanca tekeziya li ser vê boriyê, gihandina enêrjiya erzan bo Rejîma Siyonîst e.
Wî got: Misr û Urdin nifta Iraqê distînin û bi bihayê erzan difiroşin Îsraîlê; danûstandina ku tiştek weke wê bi rêya Herêma Kurdisatana Iraqê jî pêk tê. Ayîdiyên vê danûstandinê ji bo kuştina zarên gelê Ereb li Filistîn, Libnan û Sûriyê tên bikaranîn.
Berdevkê Tevgera Nucebayê ya Iraqê di dewamê da her cûre agirbesa navbera komên Berxwedanê û dagirkerên amerîkî derew zanî û got: Em bi ti awayî hebûna dagirkerên amerîkî napejirînin, ji ber ku wan şêwaza xwe neguherandine.
342/