AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

20 reşemî 2023

19:59:06
1347838

Siyonîstan di erdheja dawî da belgenameyên dîrokî ji Tirkîyê dizîn

Sekreterê Giştî yê Tevgera Însiyatîva Neteweyî ya Filistînê got: “Tîma alîkarîgihandin û Rizgarkirinê ya Rejîma Siyonîst ku di pey erdhejê bo Tirkîyê hatibû şandin, belgenameyên dîrokî yên vî welatî dizîne.”

“Mustefa Berxûsî” Sekreterê Giştî yê Tevgera Însiyatîva Neteweyî ya Filistînê got: “Bêşermîya dagirkeran gihîştiye astekê ku tîma alîkarîgihandin û rizgarkirinê ya Îsraîlê ku piştî qewimîna erdhejê bo Tirkîyê hatibû şandin, belgenameyên  dîrokî yên têkildarî 200 heta 300 sal berîya niha ji bin kelefe û kavilan dizîne û bi behaneya xetera ewlehîyê ji vî welatî revîn ku ev yek nîşana reftara dizan e.”

Berxûsî her wiha got: “Bêşermîya îsraîlîyan û nebûna mirovayetîyê li cem artêşa dagirker di cinayeta êrîşa asimanî li ser Sûrîyê jî aşkira bû. Di rwşa ku Şam tûşî dûhatên erdheja wêranker bûye, evg kiryara Îsraîlê nîşana reftara siyonîstan a  dijî mirovayetîyê ye.”

Êrîşa mûşekî ya rejîma Îsraîlê li ser Sûrîyê di halekî da pêk hatiye ku dewleta Sûrîyê ji ber erdheja vê dawîyê li bakur û bakurê rojavayê vî welatî, mijûlî gihandina alîkarîyê bo ziyandîtîyên erdhejê li van navçeyan e.

342/