15 March 2023 - 20:16
Kenanî: Dijberên islamê ti bawerîyek li nirxên mirovî û ilahî tinene

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê ragihand: Kesên mirovan ji islamê ditirsînin û dijberên islamê ti bawerîyek li nirxên mirovî û ilahî yên olên esmanî tinene.

Destnîşankirina Roja 15ê Adarê wek Roja Têkoşîna Himberî Tirsandina Ji Islamê di sala 2022yê da ji hêla NY va hat pesendkirin.

Dewletên rojavayî di salên vê dawîyê da hertim piştgirîyê didin kesên dijî islamê ku bêrêzî li nirxên dînê pîroz ê islamê û misilmanan kirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê Nasir Kenanî jî bi vê boneyê di twîtekê da nivîsî: Dînê pîroz ê islamê û pêxemberê rehmetê hezretê Mihemed (S) hilgirê peyama aştî, dostî û bihevrejîyanê ji bo mirovantîyê ne.

Kenanî di dewama vê twîta xwe da nivîsî: Kesên mirovan ji islamê ditirsînin û dijberên islamê ti bawerîyek li nirxên mirovî û ilahî yên olên esmanî tinene û berfirekirina nakokî û gêreyê di navbera mirovan da ser xêra berjewendîyên xwe yên narewa dibînin. 

342/