AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

23 avrêl 2023

18:40:33
1359941

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Roja îro stratejîya Cîhana Îslamê divê alîkarîya bo têkoşerên nav Fiilstînê da be

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê di hevdîtina digel hejmareke gel, berpirsên hikmetê û balyozê welatên îslamî da pêgirî kir: Roja îro stratejîya Cîhana Îslamê divê alîkarîya bo têkoşerên nav Fiilstînê da û xurtkirina wan be.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê hezretê Ayetullah Xamineyî îro di hevdîtina digel hejmareke gel, berpirsên hikmetê û balyozê welatên îslamî da ‘‘Yekitî’’ hewcedarîya pêwîst a Ummeta Îslamê zanî û amajeyî zevala dîyar a Rejîma Sîyonîst û lawazbûna berbiçav a şîyana wê rejîmê ya pêşîlêgirtinê kir û got: Ev pêşketina girîng bi bereketa berxwedana gel û ciwanên filistînê bûye û divê giranîya stratejîya Cîhana Îslamê di roja îro da ser alîkarîya bo têkoşerên nav Fiilstînê da û xurtkirina wan be.

Hezretê Ayetullah Xamineyî amajeyî jinavçûna Rejîma Sîyonîst a bere bere kir û got: Ev jinavçûna ku ji çend salan berî nika va dest pê bûye, nika ketîye lezê û divê Cîhana Îslamê ji vê derfeta mezin sûdê wergire.

Wî herwiha got ku meseleya Filistînê ne tenê meseleyeke îslamî belkî meseleyeke mirovî ye û amajeyî kombûn û meşa bi boneya Roja Qudsê li welatên ne-misilman kir û got: Kombûnên dije-sîyonîstan di Roja Qudsê da li Amerîkayê û welatên ewropî, encama aşkirabûna cinayetên sîyonîstên talanker û dagirker e.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê herwiha got: Piştgirîya ji gelê Filistînê ya hejmarek welatîyên ewropî ew jî li welatên ku girêdayîyê sîyonîstan in, zef girîng e.

Wî ‘‘berxwedana hundurîn a pirrbereket a gelê Filistînê û canfida û wêrekbûna ciwanên vî gelî’’ sedema sereke ya rewşa bikarest û lawazîya rejîma talanker û dagirker zanî û pêgirî kir: Rewşa Erdên Dagirbûyî yên Filistînê diselimîne ku çiqasî berxwedana gelê Filistînê li deverên curbicur zêdetir bibe, Rejîma Sîyonîst a sexte dê lawaztir bibe.

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha alîkarîya bo hêzên di hundurê Filistînê da stratejîya pêwîst a Cîhana Îslamê di roja îro da zanî û got: Bereya Berxwedanê hevgavê hewlên xwe yên binirx û hemî welatên misilman divê roja îro giranîya karê xwe bidin ser xurtkirina têkoşerên di hundurê Filistînê da.

Hezretê Ayetullah Xamineyî amajeyî pêşengbûna Imam Xumeynî (RE) û Komara Îslamî ya Îranê di piştgirîya ji meseleya Filistînê da kir û got: Ev tevger û hereketa dê bidome û hêvî dikim gelê Îranê yê xweşdivî wê rojê bibînin ku misilmanên hemî welatên îslamî bi awayekî serbest li Qudsa şerîf nimêj dikin.