AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

10 gulan 2023

19:47:59
1364579

Enqere Waşîngton bi destwerdana di hilbijartina Tirkiyê da tawanbar kir

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Amerîka bi destwerdana di hilbijartina bê ya vî welatî da tawanbar kir.

Li gorî nivîsa roja Çarşemiyê ya Rojnameya Yeni Akit'ê ya Tirkiyê, Suleyman Soylû Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê tevî amajeya bi destwerdanên Waşîngtonê û medyayên rojavayî di meseleyên vî welatî da got: Hegera destwerdana medyayên rojavayî di hilbijartina serokkomartî û parlimanî ya Tirkiyê da, pêkhatina nexşeyên Amerîkayê ye.

Soylû her wiha tevî amajeya bi vêya ku nexşeyên Amerîkayê derbarê hilbijarina Tirkiyê da bi awayekî çalak zêdetir bûne, got: Welatên Rojavayî ji sala 1960î da bandor li pergala siyasî ya Tirkiyê kirine.

 342/