AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

15 gulan 2023

16:54:20
1365956

Di encama pevçûnên li Sûdanê bi sedan kes hatin kuştin

Nivîsgeha Hewahengkir a Karûbarên Mirovî ya NY ragihand ku di encama pevçûnên li Sûdanê, zêdetirî 670 kes hatine kuştin.

Nivîsgeha Hewahengkir a Karûbarên Mirovî ya NY , nasiyar bi OCHAyê di raporekê de ragihand: Pevçûnên di navbera hêzên artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah El-Burhan û Hêzên Berteka Lezgîn a Sûdanê bi rêberiya Muhemed Hemdan Deqlû( Hemîdetî) ku derdora 30 roja kêşa 676 kes hatin kuştin û 5567 kes jî birîndar bûn. 

 Li gor vê raporê, zêdetirî 936 hezar kes jî ji ber şêr mişext û aware bûne. 

 Rûniştiyên Xartûmê ji destpêka pevçûnan va rastî kêamsiya xwarekê ji ber talankirina û şewitandina bi dehan karistanan hatine. 

 Aliyên şêr li Sûdanê 11 Gulanê li bajarê Cedeyê, daxûyaniyek bo pêbendiya li piştgiriya ji xelkê sivîl bo hêsandirina şandina alîkariyên mirovheziyê û derketina xelkê sivîl wajo kirin. 

 

342/