AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

17 gulan 2023

16:36:17
1366577

Sînan Ogan amade ye bi Erdogan û Kiliçdaroglu ra muzakirê bike

Netewperestê nenavdar ku bû sedem hilbijartina serokomartîyê li Tirkîyê bimîne dewra duyê, dibêje ku dê bi zûtirkê biryar xwe bide û ragihîne ku dê di dewra duyê da pişta Erdogan bigire yan Kiliçdaroglu.

Sînan Ogan sîyasetvanê 55 salî yê tirkîyeyî ku di xulekên dawîyê da derbasî qada rikeberîyê bû û karî sedî 5.2yê dengan di hilbijartina serokomartîyê da ku roja yekşemê hat lidarxistin, bi dest bixe, bû sebeb ku Erdoganê ku 20 sal desthilat di dêstî da ye, nekare di dewra yekê da ser keve.

Ogan ku wek berbijarê serbixwe di hilbijartina serokomartîya Tirkîyê da pişikdar bibû, got ku ji bo gotûbêjê amade ye, lê ji bo ku destnîşan bike di dewra duyê da pişta kîjan berbijarî bigire, hewcedarê demê ye ku fikra xwe bike. Wî herwiha got: Biryar dê piştî gotûbêja digel birêz Erdogan û Kiliçdaroglu dê bê dayîn. Renge jî bêjim ku pişta kesî nagirim.

Berî vîya belavoka Spiguel a Almanê jî ragihandv ku yek ji mercên Sînan Ogan ji bo piştgirîya ji Kiliçdaroglu ew e ku ji HDP dûr bikeve, idiaya ku Ogan bi tundî ret dike.

342/