AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

17 gulan 2023

16:37:59
1366581

Civîna NY û welatên afrîqî li Kenyayê dest pê bû

Civîna NY û welatên afrîqî li şarê Nayrobî paytexta Kenyayê dest pê bû.

Civîna NY û welatên afrîqî ku civîneke sêrojî ye, bi armanca hilkolandina rêyên kontrolkirina berbelavbûna çekên sivik li şarê Nayrobî paytexta Kenyayê dest pê bû.

Rayedarên Beşa Jiçekkirinê ya NY (UNODA) û 15 welatên afrîqî di vê civînê da rêyên girtina pêşîya qaçaxa çekan û alîkarîya bo bicihanîna plana Yekitîya Afrîqayê ya ji bo rawetandina pevçûnan tên hilkolandin.

Serokê Çiqa Çekên Asayî ya NY Îvor Rîçard Fang di destpêka vê civînê da got: Yek ji rêyên kokbirrkirina qaçaxa çekan, xurtkirina qanûnên têkildarî çekan ên netewî ye.

Fang herwiha got: Divê durif û nîşaneya taybet a çekan hebe ta ku bi rehetî bên şopandin.

Şandina çek û rextan bo welatên afrîqî bûye sedema zêdebûna pevçûn û şîdetan li vê herêmê.

 342/