Li gorî rapora Armen Press'ê, Nîkol Paşîniyan Serokwezîrê Ermenistanê di gotûbêja bi Kovara Respect'ê ya Komara Çekê da got: Armanca sereke ya siyaseta derveyî ya Ermenistanê pêkanîna peywendiyên asayî digel hemî welatên cînar ji wan Komara Îslamî ya Îranê ye.
Paşîniyan her wiha got: Ermenistanê vê demê hema bêje ti peywendiyek digel Tirkiye û Komara Azerbaycanê tineye; lê nabe ku ev rewş wiha bimîne.
342/