AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

19 gulan 2023

20:23:39
1367051

Emîr-Ebdullahiyan: Talibanê rê nedaye desteya Îranê ku asta ava Hîrmendê bipîve

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku Talibanê rê nedaye desteya Îranê ku asta ava Hîrmendê bipîve

Wezîrê Karên Derve yê Îranê qala hevkarînekirina hikûmeta demkî ya Talibanê ji bo serdana desteyên teknîkî yên Îranê ji bo pîvandina asta ava Çemê Hîrmendê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê êvara Pêncşemiyê di twîtekê da nivîsî: Di mehên vê dawiyê da bi caran ji Emîrxan Miteqî Serperestê Wezareta Karên Derve ya Talibanê hat xwestin ku li gorî Soznameya Hîrmendê, sozên xwe bi cih bînin û derfetê ji bo serdana desteyên teknîkî û pîvandina asta avê dabîn bikin; lê nekirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Sîstan ji ber hişkesaliyê tûşî pirsgirêkan bûye; pîvera ji bo diyarkirina bûn an nebûna avê, serdana teknîkî û ji nêzik va ye, ne ku dayîna daxuyaniya siyasî.

342/