AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
yekşem

21 gulan 2023

11:26:24
1367551

Hejmara kesên Xwedênenas li Brîtanyayê zêde bûye

Tenê sedî 49ê brîtaniyan sala 2022an gotine ku baweriya wan li Xwedê heye ku ev yek anegorî rêjeya sedî 75 di sala 1981ê da kêmbûna baweriya li Xwedê nîşan dide.

Malpera Rojnameya Independent'ê nivîsî: Li gorî lêkolîna nû ya Enstîtûya Siyasetê li King's College'a Londonê, piştî kêmbûna demdirêj a baweriya li Xwedê ji dehsaliya 1980î va, vê demê gelê Brîtanyayê ji kesên bi rêjeya herî kêm a baweriya li Xwedê di asta cîhanê da ne.

Sala 1981ê sedî 57ê brîtaniyan xwe wek oldar dizanîn. Lê heta sala 2022an ev rêje hema bêje bûye nîvî ş daketiye sedî 32.

Ji sala 1981ê va hejmara kesên ku xwe wek Ateîst anku Xwedênenas dizanin ji sedî 4 gihîştiye sedî 21.

342/