Di peyama Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî ya Îranê, bi boneya heftiya berevaniya pîroz û roja rêzgirtina ji şehîd û îsargeran li roja pêncşemiyê ku ji aliyê Hucetul Îslam Remzan Elî Mûsewî Muqadem, Nûnerê weliyê feqîh li Saziya Şehîdan û Karûbarên îsargeran ve li Golzara Şuhedayê Beheşt Zehra ya Tehranê hat xwendin, de hatiye: Şehîd weke stêrkên rênîşander in; mînakên nemir ji bo me hemûyan û nifşên piştî me ne; Reftara wan ders e; Armancên wan hikmet in.
Di berdewamiya peyama rêberê qedirgiran ê inqilabê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin: Pêwîst e em peyama wan (şehîdan) rast bibihîzin û ji bo avedankirina dinya û axiretê li hemû serdem û nifşan bikar bînin.
Artêşa destdirêjkar a rejîma Seddam (dîktatorê îdamkirî yê Iraqê) di Îlona 1980’an de, bi vê fikrê ku wê di nava hefteyekê de Tehranê feth bike, bi bikaranîna her cure çekan dest bi êrişeke mezin li ser Îranê kir.
31 Rezberê di salnameya Îranê de destpêka hefteya berevaniya pîroz e.
342/