Duh ji ber barana guj û zêde kolanên Stenbolê hatin girtin û bêserûberî çêbû.
Piştî rewşa aloz û bê serûberiyê, hinek kes gazinan ji awayê kontrolkirina qeyranê li vî bajarî kirin û rêveberiya lawaza di rewşên wiha de rexne kirin.
Derbarê ziyanên muhtemel ên vê bobelata xwezayî de tiştek nehatiye ragihandin.
Dayireya keş û hewayê ya Tirkiyê pêşbînî kir ku roja Înê li Stenbol, Enqere û hejmarek bajarên din ên vî welatî baran bibare û birûsk lêde.
342/