8 September 2017 - 10:49
Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) bi daxuyanîyekê hewldanên nû yên qirkirina misilmanên Myanmarê şermezar kir

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) bi riya daxuyanîyekê ev karesat şermezar kir û her wiha ji civakên cîhanî jî xwast ku bona çareserîya vê qeyranê têkevin nav liv û tevgerê.

Abna / Li dûyî kûrbûna qeyrana li welatê Myanmarê û ji nû ve destpê kirina qirkirina misilmanan, Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) bi riya daxuyanîyekê ev fecaet û cînayetên hane şermezar kirin û ji komeleyên cîhanî jî xwast ku bona çareserîya vê qeyranê têkevin nav liv û tevgerê.

Di beşeke vê daxuyanîyê de tê gotin: “Gelê mezlûmê Rohîngyayê bi hinceta ku ‘ne Myanmarî ne’, bi salan e ku di bin zilm û sitemê de ne. Di nava van komkujîyên trajîk ên ku bi serkirdetîya Budîstên şovenîst, bi destê artêşê û her wiha piştgîrîya rêveberîya Myanmarê tên kirin de mal û xanîyên wan, mizgeft û mexazeyên wan tên şewitandin û bi tund û tîjîyên ku meriv pê heyîrî dimîne wan ji mal û xanîyên wan diqewrinin”.

Di vê daxuyanîyê de her wiha amaje bi rola wehabîyên tekfîrî di dewamkirina fitneya li Myanmarê de hatiye kirin û hatiye gotin: “Ku ji Budîstên şovenîst were rabirîn, divê rista tekfîrîyan û wehabîyan jî neyê ji bîr kirin. Ev koma ku bi piştewanîya petro-dolarên weletên xelîcê, nifret û Îslamofobîyê li diyayê belav dike û dilê xwe bi misilmanan, feleyan, budayîyan û bi peyrewên ti olekê neşewte, a niha jî bi riya lîstina di hewşa sehyonîstan de rê li ber sebebên tehrîkê û mehnîkirinê vedike û pifî agirê fitneyê yê li navbera misilmanan û budayîyan dike”.

Metna kamil a daxuyanîya Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) bi vî hawî ye:

Bi navê Xwedayê ku zordestan tarûmar dike

Di nava bêdengîya kujer a dewletên Awrûpayê û sazîyên cîhanî û navneteweyî yên girêdayî emperyalîzmê de, pêvajoyeke nû ya êrîşan li dijî misilmanên Rohîngyayê li parêzgeha Raxînê destpê kiriye.

Ev gelê mezlûm bi hinceta ku ‘ne Myanmarî ne’, bi salan e ku di bin zilm û sitemê de ne. Di nava van komkujîyên trajîk ên ku bi serkirdetîya Budîstên şovenîst, bi destê artêşê û her wiha piştgîrîya rêveberîya Myanmarê tên kirin de mal û xanîyên wan, mizgeft û mexazeyên wan tên şewitandin û bi tund û tîjîyên ku meriv pê heyîrî dimîne wan ji mal û xanîyên xwe diqewrinin.

Li gorî îstatîstîk û amerên herî dawî yên fermî, hejmara kesên ku tenê di encama pevçûnên di vê hefteya dawî de jiyana xwe ji dest dane li derdora 400 kesî ye. Di nava bênç salan bihorî de jî bi sed hezaran kes bi awayeke rastexû hatin qetilkirin an di halê koçandina bi darê zorê de di deryayê de xeniqîn. Hejmara misilmanên ji Myanmarê hatî qewirandin jî milyonek e.

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) weke sazîyeke ku bi sedan kesên elît û bijarte yên misilman ji seranserê dinyayê lê endam in, bala raya giştî ya cîhanê dikşine ser xalên jêr:

 

  1. Cewher û hilika hemû olan ji tewhîdê, exlaqê, hezkirin û jiyana bi hevre ya aştîyane pêk tê. Nexwe kîjan kom an dewlet dest bi kuştina mirovan bike, li ser çi dîn û ayînê dibe bila bibe, ew derewker û virgo ye.
  2. Mafê hemwelatîyê yê kesên girêdayî av û axekê ne, ji mafên herî zelal û xwazeyî yên gelê her welatî ne ku peymanên navneteweyî jî li ser teqez dikin.
  3. Ku dewletek komekê ji gelê welatekî wek hemwelatî bi fermî nasneke, dîsa jî mafê xwe tine ku wan bikuje, bişewtine an koçber bike.
  4. A niha li gelek welatên cîhanê kesên koçber û yên ji herêmên şer revîne, dijîn. Meriv pê heyîrî dibe ku rêveberîya Myanmarê gelê xwe yê ku çendîn deh sal e li ser axekê nîştecî bûye, bi rêbazên derî mirovane qetil dike an diqewirine.
  5. Li vê navberê, ku em Budîstên şovenîst bidin alîyekî, divê rista tekfîrîyan û wehabîyan jî neyê ji bîr kirin. Ev koma ku bi piştewanîya petrodolarên weletên xelîcê, nifret û îslamofobîyê li diyayê belav dike û dilê xwe bi misilmanan, feleyan, budayîyan û bi peyrewên ti olekê neşewte, a niha jî bi riya lîstina di hewşa sehyonîstan de rê li ber sebebên tehrîkê û mehnîkirinê vedike û pifî agirê fitneyê yê li navbera misilmanan û budayîyan dike.
  6. Rêveberîya Amerîkayê û hêzên din ên mezin jî dema tundîyeke hindêk ji hêla misilmanên tundrew ve tê kirin ew qas dikin qirîn ku guhê felekê ker dikin lê li hemberî qirkirina trajîk a bi salan e li Myanmarê diqewime, dengê xwe dernaxin an helwesteke pasîf digrin û xwe bi gotinên bêbandor û girtina helwestên du alîdar mijûl dikin.
  7. Em ji Rêxistina Hevkarîya Îslamî û ji dewletên misilman bicid dixwazin ku rêveberîya Myanmarê û sazîyên mafê mirovan têxin bin zextê û bi vî hawî rê li ber vê qirkirinê bigrin. Her wekî ku Îmam Xamineyî jî di peyama xwe ya hecê de eşkere kir: “Parastina bibiryar a eqelîyetên misilman ên li bin zilm û zordarî yên weke gelê mezlûmê Miyanmarê, erka serokên welatên Îslamî û elîtên sîyasî, dînî û çandî li cîhana Îslamê ye”.
  8. Em rêveberîya Myanmarê li hember encamên van komkujîyan hişyar dikin û her wiha her du alîyan dewatî diyalogê û çareser kirina qeyranê di çaçoveya pîvanên exlaqî û qanûnên navneteweyî de, dikin.
  9. Her wiha em bang li azadîxwazên û misilmanên cîhanê jî dikin ku dengê xwe yê îtirazê bi şêweyên cûrecûr bigihênin guhê cîhanîyan; dibe ku wijdanek hîna şîyar mabe û bibe asteng li ber zilm û neheqîya li mirovan ya bi navê dîn tê kirin.

Ew ên ku ji ber bi tenê digotin "Rebbê me Xwedê Teala ye" bi neheqî ji malên xwe hatine deranîn. Eger Xwedê Teala, hin mirov bi hinekan nedaya alî, misoger dê ew keşîşxane, dêr, kenîşt û mizgeft, ên ku navê Ellah Teala di wan de pir tê bilivkirin bihatana xerakirin. Kesê ku arî (dînê) Xwedê Teala bike, hemin Xwedê Teala jî dê arî wî bike. Bêguman Xwedê Teala, xurt û serdest e. (Sûreya Hecê û ayeta 40.)

 

 

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a)

14’ê Şehrîwera 1396’an