AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
şemî

2 berfanbar 2017

1:53:19
870405

Daxwazîya fermî ya Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) ji bo şopandina karûbarên tedawîya Ayetullah Şêx Îsa Qasim

Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) bi riya weşandina belavokekê bi awayekî fermî xwast ku karûbarên tedawîya Ayetullah Şêx Îsa Qasim bên şopandin.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) bi riya weşandina belavokekê, bertek nîşanî xerabûna rewşa cismanî ya endamê Konseya Bilind a Komgehê Ayetullah Şêx Îsa Qasim da.

Di beşeke vê belavokê de wiha tê gotin: Em weke dezgeheke cîhanî dixwazin, ekîbeke bijîşkî ya jêhatî û pêewle, ji hêla sazîyên navneteweyî ve ji bo dermankirina Ayetullah Şêx Îsa Qasim were erkdarkirin.

Metna kamil a vê belavokê bi vî hawî ye:

Bi navê Xwedayê rehman û rehîm

Mixabin rewşa cismî ya alimê bijarte yê Behreynî û endamê Konseya Bilind a Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) Ayetullah Şêx Îsa Qasim gelek xera ye.

Ev kesayetê girîng ku bi mehan e di mala xwe de girtî ye, di şert û mercên netebiî û nesirûştî de dijî û ji bo ku ji nexweşîyê xelas be pêdivî bi ekîbeke bijîşkî ya micehez û bitecrûbe heye.

Li gorî ragihandina merî û xizmên vî rêberê dînî, Şîx Îsa Qasim nîvê giranîya xwe winda kiriye û bi nexweşîya derçûna xwînê ji mîdeyê ketiye. Ev arizeya nû, li nexweşîyên wî yên wekî tansiyon, şekre û qelsîya ji pîrîyê der tê, zêde bû.

Ji ber hepsa li malê û nebûna derfetên bijîşkî, bijîşkê ku wî derman dike diyar kir ku hêza xwe ya tedawîkirina bitesîr tineye û pêdîvîya wî bi çend emelîyatan heye ku divê bi destê tîmên pispor were encamdan.

Ji hêla din ve, malbata Ayetullah Îsa Qasim bi bijîşkên hinartî ji alîyê rejîma li ser Behreynê serdest e, îtimad nakin.

Li gorî li ber çavgirtina van tevan, Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) wek sazîyeke navneteweyî ku kes û kesayetên bijarte yên ji 120 welatan zêdetir lê endam in, bala Neteweyên Yekbûyî, Sazîya Hevkarîya Îslamî, Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan, Sazîya Efûya Navneteweyî, Yekîtiya Ewrûpayê, Sazîya Cîhanî ya Bijîşkên Beyî Sînor û her wiha bala dewletan û parlementoyên welatên azad dikşinin ser xalên jêrîn:

  1. Ji ber temenê mezin û lawazîya cîsmî ya Ayetullah Şêx Îsa Qasim, êdî tehemûla wî ya nexweşîyan û êşan tineye û ev metirsî heye ku şiyana wî ya mayî jî biqede û bi vê yekê re canê vî şexsîyetê dînî û îlmî bikeve xetera qethî.
  2. Bêparkirina mirovan ji îlaç û dermanê guncan, ji mînakên herî mezin ên binpêkirina mafên mirovan e.
  3. Rêveberîya Alê Xelîfê, hema hema heft sal in ku bi hemû cûreyên rêbazan, mafên mirovî û medenî yên hemwelatîyên Behreynê helisand. Tinetîya derfetên eleqedarîya bi nexweşan re, rûpeleke din zêde kir li sabiqeya reş a vê rejîmê di warê mafên mirovan de.
  4. Em weke dezgeheke cîhanî dixwazin, ekîbeke bijîşkî ya jêhatî û pêewle, ji hêla sazîyên navneteweyî ve ji bo dermankirina Ayetullah Şêx Îsa Qasim were erkdarkirin.
  5. Her wiha em ji çalakvanên hiqûqî û ji sazîyên têkildar dixwazin ku bo betalkirina qanûna selibandina hemwelatîyê û bi dawî hatina hepsa malê ya Şêx Îsa Qasim, rejîma qanûnşikên a Behreynê bixin bin zextê.
  6. Bêguman, her tiştê xerabê ku ji ber îhmalkarîya di vê babetê de were serê Şêx Îsa Qasim, di serî de rejîma Alê Xelîfê û dûre jî kes û sazîyên ku di vê babetê de bêdeng mane dê jê berpirsyar bin.

 

Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a)

30ê Mijdara 2017