AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
duşem

23 tîrmeh 2018

14:46:56
902789

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) bi rêya daxuyanîyekê tesvîbkirina pêşnûmaya ‘welatê cihû’ şermezar kir

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) ev teşebusa keyfî, cudaker û tecawizker şermezar kir û her wiha bal kişand ser ku heya azadkirina Qudsa Şerîf û erdên dagirkirî pêwîste têkoşîna hemûlayane ya gelê Filistînê û azadîxwazan berdewam bike.

Abna – Li dûyî tesvîbkirina pêşnûmaya zalimane û rezîlane ya bi navê ‘welatê cihû’ li parlemana rejîma sehyonîstî, Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) daxuyanîyeke girîng weşand.

Di daxuyanîyê de li hindê şermezakirina vê hewla tecawizkarane hat dupatkirin ku têkoşîna hemûlayane ya gelê Filistînê û azadîxwazan heya azadkirina Qudsa Şerîf û erdên dagirkirî pêwîste bê domandin.

Daxuyanîya Komgehê bi vî hawî ye:

Bi navê Xwedayê rahman û rehîm

Ne cihû ne jî fileh heya ku tu nedî pey dînê wan, ew qet ji teqayîl nabin. Bibêje: “Bi rastî rêberiya rast, bes rêberiya Xwedê Teala ye.Piştî zanîna ku ji te re hatiye; heke tu bidî pey hewesên wan, sond be ku ji (ber ezabê) Xwedê Teala, ji bo te ne xwedîyek, ne jî arîkarek heye.” (Sûreya Beqerê:120)

Hewla dawîn a parlemana rejîma sehyonîstî (Knesset) li bara tesvîbkirina layihaya ‘welatê cihû’, karakter û siyaseta faşîstane ya sehyonîstên talankerê Filistînê û Qudsa Şerîf nîşan dide. Bi vê qanûna hatî pejirandin re, erdên dagirkirî wek mal û axa cihûyên dagirker hatine hesibandin û rê li ber avakirina dewleta serbixwe ya Filistînî hatiye girtin!

Li gorî vê plana xeternak û pêşnûmaya derî însanî, rejîma sehyonîstî dê li pêşerojê nîştecîyên Ereb ên erdên 1948 û 1967`an ji Filistînê derxînin û bi awayekî taybet xwecihên Qudsa Şerîf ber bi şerîd û kersaxa Xezeyê ve bidin koçandin û dê bibin baîs ku bi mîlyonan Filistînî bê xanî û aware bin; û bi awayî dê mafên xwe yên herî kêm jî ji dest bidin.

Vê teşebusa êrîşkarane careke din nîşan da ku ev rejîm li ser bingehê dijatîya Îslam ve gelê Filistînê hatiye avakirin; her cend ku rayedarên vê rejîma talanker li 7 heb deh salên borî her tim hewl dane ku rûyê xwe yê tecawizker û qirêj di asta navnetewî de demokratîk nîşan bidin.

Mixabin Amerîka û hin dewlet û welatên paşverû yên Ereb –wek Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Behreynê – jî ne tenê li hember vê înhisarxwazî û gemerdêrîyê dengê xwe nakin, bi ser de jî hewl didin da ku mesrefa îcrakirina plana binavê ‘lihevkirina sedsalê’ bigrin ser xwe û soz dane Rêveberîya Xweser a Filistînê ku li hemberî bicihanîna vê planê, dê 10 milyar dolar arîkarîya malî bidin wê!!

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) li rex mehkûmkirina vê teşebusa keyfî, cudaker û tecawizkar balê dikşîne ser pêwîstîya bi dewamkirina têkoşîna heralî ya gelê Filistînê û azadîxwazên din ên Cîhanê heya azadkirina Qudsa Şerîf û erdên dagirkirî û her wiha her cûre lihevkirin, gotûbej û hewldana asayîkirina têkilîyan ligel vê rejîma qirêj û talanker şermezar dike û wê wek xiyaneta li Îslam û doza pîroza Filistînê dihesibine.

 

Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a)

21 Tîrmeha 2018