Abna – Li dûyî êrîşa bê rehmane ya xwekujane li dijî navenda perwerdeya “Mehdîyê Mew’ûd” li rojavayê Kabulê ku di encamê de nezî 50 kesên bê guneh şehîd bûn –ku bi piranî nûciwan û xwandekarên dibistanê bûn – Komgeha Cîhanî ya Ehlê Beytê (a) li ser vê yekê daxunîyek weşand.
Di daxuyanîyê de digel îşare bi hevdemîya kuştina zarokan li Yemen, Efxanîstan û Filistînê, kuştina zarokan weke mîrateya hevbeş a sehyonîzm û wehabîyetê hat wesifandin.
Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) her wiha sebaret bi dewamkirina vê pêvajoya bêyom hişyarî da û lê zêde kir ku, dahatûya Efxanîstanê ji her tiştî zêdetir hewcadarê mejîyên bîrewer e ku îro bi tîrên nezanîyê, teasub û hişkbawerîyê tên perçekirin û pêdivîya xwe bi destên hêzdar heye ku niha bi teqîna bombeyên terorîstên tekfîrî re ji bedena xwe qut dibin.