AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
duşem

7 rêbendan 2019

11:37:20
923890

Peyama sersaxîya Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) li pey wefatkirina Hac Şêx Muhamedê Avcî

Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) ji ber rihleta alimê Tirkiyeyî Hac Şêx Muhamed Avcî peyameke sersaxîyê weşand.

Abna / Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a), li peyî koça dawîn ya Hucetu-l Îslam wel-Muslismîn Hac Şêx Muhamed Avcî ku ji alimên Şiî yên Tirkiyê bû, bi belavkirina peyamekê re wefata vî endamê Kongera Giştî ya Komgehê sersaxî kir.

Metna peyama Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) bi vî hawî ye:

Kesê ku di rêya Xwedê Teala de hicret bike, dê gelek cih û destferehî bibîne. Ew kesê ku bi qesta Xwedê Teala û Peyxemberê Wî, bi koçberî, ji mala xwe derkeve, paşê (di rê de) bimrê, êdî xelata wî dikeve aliyê Xwedê Teala. Xwedê Teala gunehbexş û pir birehm e. (Nîsa:100)

Ew zanayê zehmetkêş û mêrxas di ciwanîya xwe de ji ber parastina ehkamên Îslamê, li hember êşa mişextbûna ji welata xwe semax kir lê ti cara dest ji xebat û teblîxê berneda.

Merhûmê Avcî ruxmî zor û zehmetîya hicret û koçberîyê, çendîn navendên Îslamî li Avrupayê damezrandin ku li wan navendan gelek kesan mearifê Quranê û Îtreta Resûlê Xwedê nas kirin.

Her wiha bi saya wî mêrxasî bi sedan kesî mezhebê Ehlê Beytê (a) nas kirin û pê mişeref bûn ku ji wan gelekan li hewzeyên îlmîyê tehsîla îlmê kirin û bûn alin û bûn wesîle ku gelek mirov hîdayetî rêya rast bibin.

Merhûm Hac Şêx Muhemed Avcîyê ku ji aşiqên Îmam Xumeynî (r.) bû, yek ji endamên Komgeha Cîhanîya Ehlê Beytê (a) bû û bi beşdarîya xwe ya çalak li civînên umûmî yên Komgehê û bernameyên din ên wê, di xizmetên vê sazîya cîhanî yên ji bo peyrewên binamala rîsaletê de xwedî par û behre bû.

Merhûm Avcî her dawî çûbû ziyareta cih û warên miqeddes ên li Îraqê û dû re hatibû ziyareta Îmam Riza (a) û dema ji ziyareta Îmam Riza (a) vedigerîya ket ber qeyrana dil û ji vê dinya fanî bar kir û çû ser dilovanîya xwe û xelata hêja ya xebata xwe ya xalîsane ya bi salan wergirt.

Em ji ber vê windahiya mezin sersaxîya xwe aresteyî mehzera Îmamê Zeman –erwahuna fedahu – û her wiha aresteyî Rêber Înqilaba Îslamî, merceyên alîqedr ên teqlîdê, hewzeyên îlmîyê û malbat, şagird û hezkirîyên wî merhûmî –nemaze hevkarên wî yên li Tirkiye, Almanya û Holendayê – dikin û ji wî merhûmê bextewer re rehmeta îlahî ya berfireh û ji merî û xizmên wî re sebra cemîl û ecra îlahî daxwaz dikin.

Komhega Cîhanîya Ehlê Beytê (a)

4/1/2019