Hesen Fezlullah, endamê fraksiyona ‘Wefadarî ji bo Berxwedanê’ di Parlamentoya Libnanê de, bi bîrxistina destanên şervanên berxwedanê, tekez kir ku berxwedan ne artêşeke rêkûpêk e ku xetên berevaniyê ava bike, lê belê erkê wê ew e ku rê li ber rûniştina dijmin bigire û bi rêya operasyonên fedayî (şehîdxwazî) wî lawaz û perîşan bike. Wî wiha got: ‘Tiştê li pêşiya welatê me ye, an teslîmbûn e an jî şer e; loma çi berdêla wê hebe bila hebe, em ê li hemberî vî dijminî serê xwe netewînin.’”