Îsraîl Rejîma Siyonîst Amerîka Îran

  • “Haaretz: Xwepêşandan û nerazîbûna Îsrailiyan li hemberî Cejna Qurbanê, rastiya dewleta aparthaydê eşkere kir.”

    “Haaretz: Xwepêşandan û nerazîbûna Îsrailiyan li hemberî Cejna Qurbanê, rastiya dewleta aparthaydê eşkere kir.”

    Rojnamevanê Îsrailiyî Gideyon Levy di gotarekê de li rojnameya Haaretz nivîsand: Kîn û hêrsa tund a cihûyên Îsrailiyî li hemberî şahî û pîrozbahiyên misilmanan di Cejna Qurbanê de, rûyê gemar û şermok ê “dewleta aparthaydê” li Îsraîlê radixe ber çavan. Levy bi amajekirina bi nerazîbûnên li ser girtina hin xizmetguzariyan ji ber cejna misilmanan, tekez kir: “Dema ku mafê cejnan jî ne wekhev bin, rastiya tazî ya dewleta aparthaydê eşkere dibe.” Di dawiya nivîsa xwe de, Levy vê peyama hişk dide: “We dewleteke cihû xwest, lê we dewleteke aparthaydê bi dest xist.”