Mücahîd Îbrahîm Zulfiqarî, berdevkê Navenda Xatemul Enbiya (s.x.a) a navendî, di daxuyaniyekê de got: «Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di rojên borî de tu operasyonên Mûşekî yan bi droneyan li dijî Dewleta Emiratiyên Erebî yên Yekbûyî (DUA) pêk neanîne, û eger kiryareke wiha qewimîya, em ê bi hemû eşkereyî û qetêyetî ragihîbûna. Ji ber vê yekê، em Rapurta Wezareta Parastina vî welatî bi tevahî înkar dikin û piştrast dikin ku ew bi temamî bê esas e.»