27 March 2025 - 00:36
Li bajarên Iraqê di meha Remezanê de 30 civînên Quranê li dar xistin

Zêdetirî 30 civînên Quranê di meha Remezanê de bi amadebûna Qarî û Hafizen Qurana Kerîm û alimên Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê hatin lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehl-ul Beytê (s.x)-EBNA- Zêdetir ji 30 meclisên Quranê li Iraqê di meha Remezanê de ji aliyê Saziya Vejîna Ehlê Beytê (S.X) ku bi serpereştiya Hucet ul-Îslam wel Muslimîn, Seyîd Cewad El-Şehristanî û bi beşdariya mina Qur'anê ya Komara Îslamî ya Îranê tê birêvebirin, li Iraqê hatin lidarxistin.
Ev bernameyên han ku du heftiyan dom kirin, li bajarên Bexda, Besra û parêzgehên din ên başûrê Iraqê hatin lidarxistin û rastî pêşwaziya berfireh û bi coş a xelkê hatin.
Ev kombûnên manewî bi amadebûna koma Quranê ya Ehl-ul Beytê (s.x)-bi serperestiya Muhemed Mehdî Heqgoyan, Quranê cîhanî yê welatê me û Civîna elîtên xwendina olî, hafize û koma hate lidarxistin. Qarî, hafiz û Xwundekaran olî yên bijarte hatin lidarxistin. Civînên navborî li zanîngehên Bexda û Besrayê, navendên fermandariya Heşda Şeibî, yekîneyên artêş û polîsê Iraqê, mizgeft, Husêniye û Der-ul Qur'an hatin lidarxistin û di meha nazilbûna Qur'anê de hewayeke tijî coş û kelecana Quranê çêkir.
Bernameyên din ên vê gurûpa Qur'anê civîn û gotûbêj digel berpirs, fermandarên Heşda Şeibî û artêşê, serokên zanîngehên Bexda û Besrayê û hin kesayetiyên niştimanî yên Iraqê bûn. Ev civîn ji bo bihêzkirina têkeliyên çandî û olî û gihandina zanyariyên Qur'anê hatin lidarxistin û bala berpirs û kesayetiyên Iraqê kişand ser xwe.
Civînên Qur'anê bi armanca kûrkirina peywendiyên olî, berfirekirina çanda Qur'anê û pîrozkirina eqrebayên vî warî hatin lidarxistin û karîbûn roleke bibandor di afirandina atmosfereke manewî û 
naskirina Qur'ana pîroz di civaka Iraqê de rola xwe bi cih bînin.

Li bajarên Iraqê di meha Remezanê de 30 civînên Quranê li dar xistin

Li bajarên Iraqê di meha Remezanê de 30 civînên Quranê li dar xistin
 

Li bajarên Iraqê di meha Remezanê de 30 civînên Quranê li dar xistin

Li bajarên Iraqê di meha Remezanê de 30 civînên Quranê li dar xistin

Li bajarên Iraqê di meha Remezanê de 30 civînên Quranê li dar xistin

Li bajarên Iraqê di meha Remezanê de 30 civînên Quranê li dar xistin

Tags

Civîna Quranê ya Remezanê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha