1 April 2025 - 20:36
Balafireke din a Amerîkayê li ser Yemenê hat xistin

Balafireke bêpîlot a artêşa Amerîkayê li parêzgeha Maribê hat xistin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beytê (S.X)- ABNA- Serleşker Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê bi daxûyaniyekê ragihand ku di operasyona li ser parêzgeha Maribê ya Yemenê da balafireke bêpîlot a MQ-9 a Amerîkayê hat îmhakirin.

Ev balafira bêpîlot a ku hatiye xwarê sêyemîn firokeya bêpîlot a MQ-9 e ku ji destpêka sala 2025`an ve ji aliyê berevaniya hewayî ya Yemenê ve tê xistin û ji sala 2017`an ve, hêzên çekdar ên Yemenê 20 firokeyên bêpîlot MQ-9 ên Amerîkayê li esmanê Yemenê xistine xwarê ku 16 ji wan di du salên dawî de li ser Yemenê hatine xistin.

Artêşa Amerîkayê ji bo pêkanîna hin êrîşan û herwiha ji bo tespîtkirina hin hedefên girîng dronên MQ-9 bikar tîne.

................................

 Dawiya peyamê/

Your Comment

You are replying to: .
captcha