Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlî Beytê (S..X) - ABNA - Dr.Elî El-Qeredaxî, sekreterê giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Alimên Misliman di daxûyaniyekê de ragihand: Divê hemû welatên îslamî û rêberên misilman artêşên xwe kom bikin û erka xwe ya olî ji bo parastina Xezzeyê bi cih bînin.
Wî her wiha got: Divê hemû dewletên îslamî bêyî berçavgirtina encamên şer û lêçûnên wê êrişî Îsraîlê bikin.
Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Cîhanî ya Alimên Misilman yekane rêxistina zanayên tevgera Îslama siyasî ye ku ji aliyê Yûsif El-Qeredawî, Bin Beyh El-Imaratî, Wa'ezzadeh Xorasanî û Muftî Ehmed Bin Hemed El-Xelîlî ve hatiye damezrandin, ku hemû jî alimên Îbadî yên ji Omanê ne. Niha jî Sekreterê Giştî yê vê yekîtiyê Dr.Elî El-Qeredaxî ye.
................................
Dawiya peyamê/
Tags
Îsraîl Filistîn
Your Comment