12 May 2025 - 10:47
PKK’ê fesixkirina xwe ragihand

Em ji gelê xwe tam bawer in ku biryara fesihkirina PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ew ê ji her kesî hîn baştir fêm bikin, li ser bingehê înşaya civaka demokratîk ew ê li erkên xwe yên qonaxa têkoşîna demokratîk derkevin.

AVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn: “Kongreya PKK’ê ya 12’emîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKK’ê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi riya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye. Li ser vî bingehî Kongreya PKK’ê ya 12’emîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesihkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKK’ê daye meşandin bi dawî kiriye.”

PKK’ê encama danezana kongreya xwe ya 12’emîn eşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKK’ê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKK’ê têne kirin hemû bi dawî kir. Kongreyê şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand

Encama danezana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn wiha ye:

“Ji Raya Giştî û Gelê Me Yê Welatparêz Re

Pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan ku bi daxuyaniya 27’ê Sibata 2025’an dest pê kiriye, bi xebatên ku ji gelek aliyan ve daye meşandin, di bin ronahiya perspektîfên ku bi şêwazên cuda pêşkêş kiriye de Kongreya Partiya me ya 12’emîn di dîrokên 5-7’ê Gulanê de civiya û bi serketî temam bû.

Kongreya me rexmî pevçûnên ku dewam dikirin, êrîşên hewayî û bejahî yên didomiyan, dorpêçkirina li sar qadên me û ambargoya PDK’ê ya di şertên dijwar de berdewam dikir bi awayekî ewlehî pêk hat. Kongre ji ber sedemên ewlehiyê li du qadên cuda bi awayekî hemwext çêbû. Bi tevahî bi beşdariya 232 delegeyan Kongreya PKK’ê ya 12’emîn bi nîqaşkirina mijarên weke Rêbertî, Şehîdan, Gazîyan, Hebûna Rêxistinî ya PKK’ê û Rêbaza Bidawîkirina Têkoşîna Çekdarî û Înşaya Civaka Demokratîk ji bo Tevgera me ya Azadiyê biryarên dîrokî yên destpêka qonaxeke nû îfade dikin girt.

Kongreya PKK’ê ya 12’emîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKK’ê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi riya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye. Li ser vî bingehî Kongreya PKK’ê ya 12’emîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesihkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKK’ê daye meşandin bi dawî kiriye.

Partiya me PKK; li dijî siyaseta înkar û îmhaya Kurd ku çavkaniya xwe ji Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924’an girtiye, weke tevgera azadiyê derketiye ser dikê dîrokê. Di wexta avabûnê de bandorên sosyalîzma pêkhatî jiya û rêgeza ku netewe mafên xwê yên qedera xwe tayîn dikin pejirand, li ser bingehê stratejiya têkoşîna çekdarî têkoşîneke mafdar, rewa meşand. PKK di şert û mercên ku înkara Kurd bi hişkî dihat meşandin, siyaseta îmhayê ya xwe dispêrê vê, polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê serwer bûn de şekil girt. Bi têkoşîna azadiyê ku ji 1978’an ve daye destpêkirin ev tişt ji xwe re esas girtiye; hebûna gelê Kurd bide qebûlkirin û pirsgirêka Kurd weke realîteya bingehîn a Tirkiyê bê dîtin. Li ser vî bingehî di encama têkoşîna ku bi serketî daye meşandin de li ser navê gelê me bi pêkanîna şoreşa vejînê bûye sembola lêgerîna jiyana birûmet û hêviya azadiyê ya gelên herêmê.

Ji aliyê gelê me ve şoreşa me ya vejînê di şert û mercên salên 1990’î de rê li pêşiya pêşketinên mezin vekir û di Serokomarê Komara Tirkiyê Turgut Ozal de lêgerîna pirsgirêka Kurd bi riya siyasetê bê çaresarkirin pêş ket. Rêber APO bi Agirbesta 17’ê Adara 1993’yan bersiv da vê lêgerînê û pêvajoyek nû da destpêkirin. Encax bandorên giran ên sosyalîzma pêkhatî, têgihiştinên çetewarî yên li ser xeta me ya şer dihatin ferzkirin û dewleta kûr ku Turgut Ozal û ekîba wê ji holê rakir, encama mezinkirina şer a di israrkirina siyaseta înkar û îmhayê ya Kurd de ev pêvajoya nû sabote bû. Bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi mîlyonan Kurd ji warê bav û kalên xwe hatin koçberkirin, bi deh hezaran kes di îşkenceyan re derbas bûn û avêtin zîndanê û bi hezaran jî bi awayê kujerên wan nayê zanîn hatin qetilkirin. Beranberî vê yekê Tevgera Azadiyê hem weke çendanî hem weke çawanî mezin bû, şerê gerîla belavî Kurdistan û Tirkiyê bû. Bi bandora şerê ku gerîla meşand gelê Kurd rabû serhildanê. Bi vî rengî ji aliyê her du terefan ve şer bû hilbijêrka sereke. Dubareya ku şer beranberî hev hat mezinkirin nehat borandin. Ji ber vê hewldanên Rêber APO yên pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk çareser bike bêencam ma.

Pêvajo bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an re veguhezî merhaleyeke cuda. Di vê pêvajoyê de hedefeke girîng a komployê şerê Kurd-Tirk bû, bi saya hewldan û fedekariyên mezin ên Rêber APO ev hat astengkirin. Rexmî ku di pergala qirkirin û îşkenceyê ya Îmraliyê de dihat girtin israra xwe ya ji bo pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk çareser bibe berdewam kir. Rêber APO ku ev 27 sal in di bin tecrîda teqez de tê hiştin, bi têkoşîna xwe ya li dijî pergala qirkirinê ya Îmraliyê komploya navneteweyî pûç kir. Di têkoşîna bi komploya navneteweyî re bi dahûrandina pergala desthilatdar-dewletdar a serweriya mêr, paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê pêşxist. Bi vî rengî ji bo gelê me, jin û mirovahiya bindest pergala azadiyê ya alternatîf şênber kir.

Rêber APO têkiliyên Kurd-Tirk ên bûne pirsgirêk bi referans girtina beriya Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924’an, têgihiştina Neteweya Demokratîk û perspektîfa Komara Tirkiyê ya Demokratîk ku bi esasgirtina Welatê Hevpar û gelên Kurd-Tirk hêmanên damezirîner in weke çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl dike. Serhildanên Kurd ên di dîroka Komarê de pêkhatine, diyalektîka têkiliyên Kurd-Tirk ên dîroka hezar salî û têkoşîna 52 salan a Rêbertiyê nîşan dide ku pirsgirêka Kurd encax bi çareserkirina li ser esasê Welatê Hevpar û Welatiyên Wekhev ew ê bide qezenckirin. Di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de pêşketinên rojanê yên li Rojhilata Navîn tên jiyîn jî jinûve vesazkirina têkiliyên Kurd-Tirk bivê nevê ferz dike.

Gelê me yê bi rûmet û berxwedêr ku ev 52 sal in li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê, siyaseta înkar û îmhayê, bi şertê dayîna bedelên mezin xwe tevli meşa PKK’ê û Rêbertiyê kirine, ew ê bi awayê hîn serwextkirî û rêxistinkirî xwedî li vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî derkevin. Em ji gelê xwe tam bawer in ku biryara fesihkirina PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ew ê ji her kesî hîn baştir fêm bikin, li ser bingehê înşaya civaka demokratîk ew ê li erkên xwe yên qonaxa têkoşîna demokratîk derkevin. Gelê me ew ê bi pêşengiya jin û ciwanan, ew ê li her qadan rêxistinbûna xwe ava bikin, bi zimanên xwe, bi nasnameyên xwe û bi çandên xwe li ser bingêhê têrî xwe bikin ew ê xwe rêxistin bikin, li dijî êrîşan ew ê bikaribin xwe biparêzin û bi ruhê seferberiyê înşakirina civaka demokratîk û komûnal a heyatî pêk bînin. Li ser vî esasî em bawer dikin ku partiyên siyasî yên Kurd, rûspî û rêxistinên demokratîk ji bo demokrasiya Kurd pêş bixin û neteweyîbûna demokratîk a Kurd pêk bînin ew ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Mîrateya dîroka me ya azadiyê ku bi têkoşîn û berxwedanê derbas bûye bi biryarên Kongreya PKK’ê ya 12’emîn re, bi rêbaza siyaseta demokratîk ew ê hîn xurt pêş bikeve, dahatûya gelên me ew ê li ser bingehê azadî û wekheviyê pêş bikeve. Gelên me yên hêjar û kedkar, hemû grûbên baweriyê, jin û ciwan, karker, gundî û beşên derveyî desthilatdariyê mane di ev pêvajoya aştî û civaka demokratîk de bi parastina mafên xwe di hawirdoreke adîl û demokratîk de ew ê jiyana hevpar pêş bixînin.

Biryara kongreya me ya fesha PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ji aştiya mayînde û çareseriya demokratîk re zemînekî xurt pêşkêş dike. Pêkanîna biryarên ku mijara gotinê ne pêwîst dike ku Rêber APO pêvajoyê birêve bibe û araste bike, nasîna mafên siyaseta demokratîk û garantiya hiqûqî ya saxlem û bi tevahî ferz dike. Di vê merhaleyê de Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyê bi berpirsyariya dîrokî rola xwe bilîze girîng e. Em bang dikin ku bi heman rengî di serî de hikûmet û partiya sereke ya muxalefetê, partiyên siyasî yên temsîla wan li meclisê tên kirin, rêxistinên civaka sivîl, civatên ol û baweriyan, saziyên ragihandinê yên demokratîk, rûspî, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, sendîkayên karker-kedkaran, rêxistinên jin-ciwanan, tevgerên ekolojîst divê bikevin bin berpirsyariyê û xwe tevli pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin.

Hêzên sosyalîst-çepgir ên Tirkiyê, pêkhateyên şoreşgerî, rêxistin û şexsiyet li xwedîderketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re têkoşîna gelan, jinan û bindestan ew ê asteke nû bi dest bixîne. Ev, ew ê bê wateya bi ser xistina armanca şoreşgerên mezin ku gotinên wan ên dawîn ‘Bijî Biratiya Gelên Tirk û Kurd û Tirkiyeya Tam Serbixwe!’ bûn.

Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna sosyalîzmê de ku Sosyalîzma Civaka Demokratîk nûnertiya merhaleyeke nû dike, bi pêşxistina tevgera demokrasiya global re ew ê dinyayek wekhev û adîl ava bibe. Li ser vî bingehî em bang dikin ku di serî de dostên me yên ji Pêngava Azadiya Global re pêşengtiyê dikin bi raya giştî ya demokratîk re di çarçoveya teoriya modernîteya demokratîk de piştevaniyê mezintir bikin.

Hêzên navneteweyî di polîtîkayên qirkirinê yên ev sedsal e li dijî gelê me tê meşandin de berpirsyariya xwe bibînin, ji çareseriya demokratîk re nebin asteng û em wan vedixwînin ku piştgiriyeke avakar pêşkêşî pêvajoyê bikin.

Kongreya PKK’ê ya 12’emîn ku bi banga Rêbertiya me kom bû, şehadeta kadroyên pêşeng ên Partiya me Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN ku di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û RIZA ALTÛN ku di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne îlan kir. Li ser vî bingehî yek ji kadroyên pêşeng û damezirînerê PKK’ê rêhevalê Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN weke sembola ‘Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz’; yek ji rêhevalên destpêkê yên Rêber APO rêhevalê RIZA ALTÛN jî weke sembola ‘Rêhevaltiya Azadiyê’ qebûl kiriye. Kongreya Partiyê ya 12’emîn a dîrokî, em diyarî her du şehîdên mezin ku ji destpêka Tevgera me ya Azadiyê de cih girtine û bi têkoşîna xwe ya bênavber ji me re pêşengtî kirine dikin, di şexsê wan de ji hemû şehîdên me yên têkoşînê re em soza xwe ya serketinê dubare dikin, em îdiaya xwe ya pêkanîna xeyalên Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder destnîşan dikin.

Sosyalîzma Neteweya Dewletdar Têkçûnê Tîne; Sosyalîzma Civaka Demokratîk Digihîne Serkeftinê!

Israra Di Mirovahiyê De Israra Di Sosyalîzmê De Ye!

12 Gulan 2025

Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn”

Your Comment

You are replying to: .
captcha