31 May 2025 - 00:34
Tirkiyê di pênc rojan de 26 caran navçeyên Herêma Kurdistanê topbaran kiriye

Piştî ragihandina hilweşandina PKKê, artêşa Tirkiyê êrişên xwe ser Herêma Kurdistanê girantir kiriye û di pênc rojên derbasbûyî de 26 caran deverên herêma kurdistanê topbaran kiriye.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di rojên derbasbûyî de artêşa Tirkiyê êrişên xwe ser çiyayên Heft Tebeq û Nizarkê li Amîdiyê zêde kiriye.

Kamran Osman, Berpirsê Beşa Herêma Kurdistanê ya CPTyê, got: Artêşa Tirkiyê êrişên xwe ser çiyayên Heft Tebeq û Nizarkê li navçeya Amîdiyê zêde kiriye û di pênc rojên derbasbûyî  de, topxaneyên artêşa Tirkiyê berdew çiyayê Heft Tebeq û derdora Nizarkê, li nêzîkî gundê Briskî yê li parêzgeha Dihokê, topbaran kiriye.

Serepeyv

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha