Li gorî çavkaniyên herêmî, di rojên derbasbûyî de artêşa Tirkiyê êrişên xwe ser çiyayên Heft Tebeq û Nizarkê li Amîdiyê zêde kiriye.
Kamran Osman, Berpirsê Beşa Herêma Kurdistanê ya CPTyê, got: Artêşa Tirkiyê êrişên xwe ser çiyayên Heft Tebeq û Nizarkê li navçeya Amîdiyê zêde kiriye û di pênc rojên derbasbûyî de, topxaneyên artêşa Tirkiyê berdew çiyayê Heft Tebeq û derdora Nizarkê, li nêzîkî gundê Briskî yê li parêzgeha Dihokê, topbaran kiriye.
Your Comment