6 February 2026 - 22:20
Gotûbêjên Îran u Amerîkayê têkildarî mijarên navokî û rakirina boykotan

Îran u Amerîkayê bi awayekî nerasterast têkildarî mijarên navokî û rakirina boykotan bi navbeynkarîya Wezîrê Karên Derve yê Ûmmanê li şarê Mesqet paytexta vî welatî muzakire kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ê Beyt (s.x)—ABNA— Muzakireyên îro di 2 dewran da têkildarî zemînesazîya guncav jibo destpêkirina muzakireyên dîplomatîk u teknîkî pêk hatin û di eynî demê da li gorî vê yekê ku alîyên muzakireyê jibo serxistina muzakireyan di çarçova dabînkirina ewlehî u istiqrara mayinde da hewil didin, pêgirî ser girîngatîya wan hat kirin. 

Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê di hevdîtina tev Bedir Bû Se`îdî Wezîrê Karên Derve yê Ummanê da amajeyî helwesta Komara Islamî ya Îranê di sûdwergirtina ji dîplomasîyê jibo dabînkirina berjewendîyên netwî yên Îranê kir u di eynî demê da pêgirî ser amadebûna tam jibo berevanîya ji serwerî u ewlehîya netetwî ya Îranê himber her cure zêdexwazî u macerahezîyê kir u ji ber mazûvanî û hewla xêrê ya Ummanê di vî warî da destxweşî li Wezîrê Karên Derve yê vî welatî kir.  

Di vê hevdîtinê da herwiha nêrîn, pêşnîyarên Komara Islamî ya Îranê têkildarî mijarên muzakireyê, daxwaz u têbînîyên Îranê hatin ravekirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî 2 dewrên muakireyê got: Me îro gotubêjên demdirêj hebûn û mijara berjewendî û mafên gelê Îranê di atmosfereke gellekî baş da hat veguhestin. Destpêka muzakireyan baş bû, lê domandina wan maye ser vê ye ku em li paytextan hin rawêjkarîyan bikin u derbara çawanîya domandina wan da biryarê bidin. Heke demajoya muzakireyan wiha be, dibe em li ser çarçoveyekê lihev bikin.

…………..

Dawîya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha