Li gorî ajansa nûçeyan a navneteweyî Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA–Dewlet Baxçelî, serokê MHP`ê û şirîkê Erdogan li Hevalbendiya Cimhûrê, di axiftina xwe ya bi gengeşe ya herî nû li Parlimana Tirkiyê de, daxwa kir ku Ocalan were berdan. Ev pêşniyar rastî berteka tund a gelek netewperestan ve hat û Emîn Coşan, yek ji analîzorên herî binavûdeng ên Tirkiyê di rojnama Sozcûyê de nivîsî: Min hertim Baxçelî wekî siyasetmedarekî netewperest ê Tirk nas dikir ku hin karên wî yên siyasî, hêjayî rexnekirinê ne. Lê ez jî nika fenanî gellek welatîyên tirkîyeyî ji ber saxlemîya rewanî ya Bagçelî dilnigeran im! Wî bê guman hişê xwe ji dest daye ku di her rewşekî de xwe dide ber bare Erdogan û jibo Ocalan jî rê sererast dike ku ew were azadkirin.
Murad Yetkîn, analîzorekî navbang ê Tirkiyê jî got: Nika dora Erdogan û partiya desthilatdar e û Baxçelî çi rê li ber wan nehîştiye.
Musawat Derwîşoglû, serokê rastê tundra yê Iyî Partiyê, ji bilî rexneya tund a ji Baxçelî, ew sazişker bi nav kir û ragihandiye ku partiya wî bi awayekî webirr dixweze ku Ocalan were îdamkirin û bi kêmtir ji viya jî razî nabe.
Mehmet Ocaktan, yek ji analîzorên Tirkiyê jî wek berteka li hember daxwaza Baxçelî got: Heta duh, Baxçelî neyarê herî tundra yê muzakirê û hevhatina tev PKKê bû lê nika bi awayekî ecêb berdewam behsa pêwîstiya hevhatinê dike û heta dixweze ku Ocalan were azadkirin.
Riza Tormen, dadwerê payebilind ê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê jî got: Em bûne şahidê cotstandardiyê di sîstima dadweriya Tirkiyê de. Hikûmet kivş dike ka li ku dad cih were û li ku neyê berçavgirtin. Ev pêvajo ji bo Kurdên Tirkiyê bixeter e. Hin karzan nermatiya helwêstên MHP`ê li hember Kurdên Tirkiyê, hewldana vê partiyê ji bo bidestxistina dengên wan di hilbijartinên pêşber ên li Tirkiyê dinirxînin.
………….
Dawîya Peyam./
TIRKIYÊ –MHP- DEMIRTAŞ -EBDULLAH OCALAN
Pilana nû ya serokê Partiya Hereketa Netewî ya Tirkiyê li ser pêwîstiya azadkirina Ocalan, Demirtaş û zîndaniyên siyasî yên din ên Kurd li vî welatî, rastî berteka tund a tevgerên rastgir ên tundrê ve hat.
Your Comment