Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (S.X)–ABNA–Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî berêvariya îro di peyamekî televîzyonî de kombûna mezin û bi mîlyonan a xelkê di roja 22`ê Behmenê de sedema serfirazî û jordaçûna hêz û mezinatiya Komara Îslamî û sedema bêhêvîbûna dijminan ji teslîmbûna gelê Îranê da zanîn û bi sipasiya ji hemû beşdarên di vê meşa mezin de, hemûyanbi parastina yekrêziya binirx a netewî vexwendin. Hezretê Ayetullah Xamineyî di vê peyamê de xitabî gelê ezîz ê Îranê got: Di roja 22`ê Behmenê ya îsal de we karekî mezin kir, we Îran serbilind kir, her wek hemîşe bi piştevaniya ji Komara Îslamî we hêza wê zêde kir û dijminên ku di axiftin û pilandarêştinên xwe li dû teslîmkirina gelê Îranê bûn bêhêvî kir.
Dawiya peyamê
Etîket / Etîketan:
Îran
Şoreşa Îslamî
Komara Îslamî
Rêberê Şoreşê
Your Comment